H’emû nûçeSereke

Ermenîstan gihîştîye “Koalîsîyona azadîya onlayn”

Nava doranên seredanên li Haagayê, ya wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, derheqa wê yekêda hatîye elamkirinê,wekî Ermenîstan gihîştîye “Koalîsîyona azadîya onlayn”. Bi stendina piştgirîya hemû welatên endam, Ermenîstan bûye endama 42 a.

Bona endamtîya nava wê koalîsîyonêda, pevguhartina dokûmênta wextê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Nîdêrlandaye karên der pêk hatîye û ew yek bi hesabhildana serokatîya Nîdêrlandaye nava wê platformêda hatîye dîyarkirinê.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der mîkrobloga X ê da nivîsîye: “Ez şame wekî Ermenîstan gihîştîye “Koalîsîyona azadîya onlanyn”, derheqa kîjanêda piştî hevdîtina tevî wezîrê Nîdêrlandayî karên der hate elamkirinê.Ew yek careke mayîn dide kifşê,wekî Ermenîstan berbi azayên hîmlî û parstina mafên mêriv pêşda diçe”.

Nava nivîsara wezîrê Nîdêrlandayî karên derda hatîye gotinê: “Em şane wekî Ermenîstan wextê serokatîya me bû endama koalîsîyonê û ev yek dide kifşê,wekî Ermenîstan dixweze onlayn piştgirîya mafên mêriv bike.Ez vê gava Ermenîstanê silav dikim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button