H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan û Kaya Kalasê pirsên rojeva hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê gotûbêj kirine

Nava doranên hemcivîna wezîrada, ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê, ya ku li Maltayê pêk hatîye, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî cîgira serokê komîsîya Avropayê Kaya Kalasê hatîye.

Destpêka hevdîtinêda Mîrzoyan Kaya Kalas pîroz kirîye ku ew wê qulixa  bilindda hatîye qebûlkirinê û bo wê açixî xwestine.

Beşdarên hevdîtinê derheqa destanînên bona kûrkirina hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê xeberdane û derheqa amadebûna xweda dane dîyarkirinê ku ew amadene bi aktîvî hevkarîyê berdewamkin û pêşda bibin.

Ararat Mîrzoyan û Kaya Kalasê derheqa pirsên rojeva nûda, ya hevkarîya Ermenîstanê  û Yekîtîya Avropayêda xeberdane. Xeberdan derheqa govekên cuda-cudada çûye, ji pêwandîyên meriva destpêkirî hetanî werguhastinên dêmokratîk û dîyaloga pirsên ewlehî. Xeberdan usa jî derheqa mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyêda çûye, ya ku rola girîng nava pirsa qewînbûna sînorê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dilîze.

Wextê hevdîtinê usa jî fikirên dora pirsên herêmî hatine pevguhartinê.

Ararat Mîrzoyan derheqa cedandinên Ermenîstanêye bona îzbatbûna aşîtîya li Kafkasîya Başûr, nava wanda usa jî pirsên girêdayî pêwandîyên tevî Adirbêcanêva, raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button