
Bendera Çabeharê ya Îranê, piştî çêkirina jêrxanên pêwîst, dikare bibe eleqeyek mezin ji bo kompanîyên lojîstîk yên Ermenîstanê û bibe navendek girîng ji bo geşepêdan û kûrkirina peywendîyên bazirganîyê bi cîhana derve re ji bo Ermenîstanê. Li vê barê de, seredana xebatî ya meha mijdarê ya wezîreta aborî ya Komara Ermenîstanê û heyeta kasibkarên Ermenîstanê bo Komara Îslamî ya Îranê, bi giringîyeke taybet bû, ku li dawîya vê serdanê de lihevkirinên hevkarîyê hatin îmzekirin.
Sêkrêtarê giştî yê wezareta aborî Haykaz Nasîbyan ya Komara Eermenîstanê ji nûçegîhanê “Armenpress” ê re gotîye, ev serdaneke nasandinê bû û di vê serdanekê de rêveberê giştî yê bendera Çabehar Qasim Asgyarî û cîgirê parêzgarê Sîstan û Bêlûcîstanê Cewad Sêpahî karînên benderê raberî endamên heyeta ku ji alîyê alîkarê wezîrê aborîyê yê Ermenîstanê Narêk Hovakîmyan ve, binesazî û pêrspêktîvên bazirganî, sermayedarên ermenî yên taybet hatin naskirin ji bo şert û mercên heyî yên li benderê, ku behsa pêrspêktîfên hevkarîya muhtemel bike.
“Hukumeta Ermenîstanê girîngîyê dide geşepêdan û kûrkirina têkilîyên aborî yên bi Îranê re. Di van demên dawî de gelek serdanên hevdu hatin kirin. Di çarçoveya vê hevdîtinê de mijarên têkildarî rojeva aborî ya Ermenîstan û Îranê, pêvajoya bicîhanîna peymanên ku berê hatine bidestxistin, yadaştnameya ku di çarçoveya komîsyona navdewletî de hat îmzekirin, her wiha mijarên têkildarî hevkarîyên muhtemel yên di rêyên nû de hatin nirxandin nîqaş kirin. Serdan jî agahdarî bû. Ne tesadûf bû ku nûnerên şîrketên lojîstîkê yên Ermenîstanê di heyetê de cîh girtin”.
Li gorî wî, Çabahar bendereke xwedî potênsîyaleke mezin e, ku piştî temamkirina avakirina binesazîya pêwîst dikare bibe eleqeyeke mezin ji bo şîrketên lojîstîkê yên Ermenîstanê. Hevaltîyên ermenî hîn jî wê benderê bikar naynin.
Haykaz Nasîbyan dinirxîne ku gotûbêja di navbera rêveberîya bendera Çabaharê û herêma azad ya aborî ya bi heman navî û nûnerên hevaltîyên ermenî de serkeftî bû.
Sekreterê giştî yê wezîretê herwiha eşkere kir ku di dawîya vê hevdîtina han de peymanên hevkarîyê di navbera kompanîyên ermenî û alîyê Îranî de hatin îmzekirin ku di demeke nêz de wê veguhere girêbestan û kompanîyên ermenî jî dikarin li vê deverê kar bikin.







