
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîyaya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dibêje: “Em li Sûrîyayê di demeke dîrokî de dijîn ku em rûxandina rêjîma zordar li Şamê dibînin”.
Fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” e da belav kirîye û gotîye: “Em li Sûrîyayê di demeke dîrokî de dijîn ku em rûxandina rêjîma zordar li Şamê dibînin. Ev guhertin derfetek e ji bo avakirina Sûriyayeke nû li ser bingeha demokrasî û dadperweriyê ku mafên hemû gelê Sûriyayê misoger bike”.
Ev peyama Mezlûm Ebdî di demekê de ye, grûpên çekdarên opozîsyonê ketin Şamê û dawî li desthilata rêjîma Beşar Esed anîn.
Grûpên çekdarên opozisyonê di daxuyaniyekê gotîye: “Piştî 50 salî ji zilm û zordariya di bin desthilata Beis de û 13 salan ji tawan, zulm û koçberî û piştî têkoşînek dirêj û rûbirûbûna bi her cure hêzên dagirker re, em 8-12 ê sala 2024 a dawiya vê serdema tarî û destpêka serdemek nû ji bo Sûriyayê radigihînin”.
Herwiha gotîye jî: “Di Sûriyaya nû de, her kes wê di nav aştiyê de bi hev re bijî, dadmendî serdest e û dadwerî pêk tê, ku her Sûriyayiyek tê we xwedî rûmet e û wê bê parastin. Em rûpela paşeroja tarî diqulibînin û asoyeke nû ji pêşerojê re vedikin”.







