H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê tu carî piştgirîya rast ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv wernegirtîye: wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Ermenîstan bi awayekî fermî hîn jî beşek ji Organîzeya  Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve, lê me ragihand ku me beşdarbûna xwe ya ji bo xebatên rêxistinê rawestandîye. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstarêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

Di hevpeyvînekê de ku di çarçoveya serdana Fînlandîyayê de ji ajansa nûçeyan ya herêmî “Lännen Media” re hat dayîn.

Wezîr dîyar kir ku bi deh salan em difikirin ku di warê leşkerî de divê em di vê hevpeymanîya leşkerî de bin, ji ber ku gefên me yên hevpar hebûn, hin fikarên me yên li ser êrîşkirina muhtemel ya li dijî yekparçeyîya ax û serxwebûna Komara Ermenîstanê wê ji me re bibe alîkar ku em serwêrî û axa xwe biparêzin.

Mixabin, me di van salên dawî de çend êrîş dîtin û sînorên me yên naskirî yên navneteweyî hatin binpêkirin. Dema ku  usa bû, me tu carî piştgirîyeke rast negirt, divê hevalbendên bi vî rengî alîkarîya hev bikin, ev e ku hevalbendîyeke leşkerî ye.

Ev helwêsta xemsar bûye sedema dilgiranîyeke mezin, ez nikarim pêşbînî bikim ku ev pêvajo wê me bigihîne kîderê, lê ez dikarim bêjim ku em têkilîyên xwe bi hevkarên xwe yên ewropî re kûrtir dikin û ji hev têgihiştinê di hawirdora ewlekarîya Ermenîstanê de tevlêbûna me ya sîyasî û ewlekarî heye, ku çavdêrîyê dike. Li ser sînorê Ermenîstan û Adirêcanê ev geşedan ne mimkûn bû ku çend sal berê xeyal bikin”,-wezîrê Ermenîstarêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button