Du parlamêntarên berê yên parlementoya Almanyayê bi hinceta ku di berdêla bertîlê de alîkariya Adirêcanê kirine têne tawanbar kirin

Parlamentarên berê yên Yekîtîya Dêmokratên Xiristîyan û Yekîtiya Sosyal Xirîstîyanan Aksêl Fîşêr û Eduard Lîntnêr, ji ber “Doza Adirbêcanê” bi wergirtina bertîl ji bo endamên meclîsa parlamentaran ya Konseya Avropayê tên sûcdarkirin.
Li gorî DW, nûnerê dadgehê 13 ê kanûnê ragihand, du parlamentarên berê yên Bundêstagê yên Almanyayê dê bi tohmeta bertîlxwarinê ya bi navê “Doza Adirbêcanê” li dadgeha bilind ya munchenê derkevin. Rojnameya Münchner Merkur jî li ser gotinên wî nivîsî ku divê pêvajo di 16 ê çile de dest pê bike.
Aksêl Fîşêr bi bertîlê tê sûcdarkirin, Êdûard Lîntnêr jî bi bertîlxwarina rayedarên hilbijartî yên di Wekîlên Avroparlamêntê de ji bo bandorê li biryarên di berjewendîya Adirbêcanê de bike. Herdu gumanbar sûcê xwe red dikin.
Li gorî lêkolînê, Lîntnêr sala 2016 de bi rîya 19 pargîdaniyên sexte çend mîlyon yûro wergirtîye. Lêkolîner di wê bawerîyê de ne ku wî beşek ji wan pereyan gîhandîye parlamêntarên din yên meclîsê, ku divîyabû bandorê li wergirtina biryarên pêwîst bikira.
Fîşêr jî ji bo Adirbecanê axaftinên xwe kirin û belgeyên veşartî şandin. Li şûna wê di sala 2016 a de 21 800 yûro bertîl wergirtîye.
Êdûard Lîntnêr, di şîroveyeke ku ji ajansa dpa re hat dayîn de, sûcdarîya xwe ya bertîlê bi “temamî bêwate” bi nav kir. Li gorî Lîntnêr, piştî qedandina dema xwe ya parlamêntarîyê, wî wek lobîst xebitîye ku Qerebax wek axa Adirêcanê nas bike, ku “ji hêla hiqûqa navneteweyî ve rast e”. Ji bo vê yekê Bekû pere daye şîrketên xwe, lê li gorî Lîntnêr, ewî pere neguhezandîye parlamêntarên din.
Aksêl Fîşêr di axaftina xwe ya bi dpa re jî dîyar kir ku sûcên ku li dijî wî tên kirin “ne rast in” û gotîye: “Ez kêfxweş im ku piştî sê salan dozgerîyê belgeyên xwe raberî dadgehê kir û gotîye” gumana wan çi ye.







