H’emû nûçeSereke
Em nava parastina hewêda jî piştgirîyê didine Ermenîstanê: wezîrê Fransîyayêyî parastinê

Wezîrê Fransîyayêyî parastinê Sêbastîan Likornyû, girêdayî seredana Sûrên Papîkyanê wezîre li Fransîyayê, mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye:
“Em xebata xwe berdewam dikin,bona ku piştgirîyê bidine Ermenîstanê: him nava şêwirdarîyêda, nava perwerdê, usa jî nava têknîkêda, bi taybetî nava parastina hewêda”,-wezîrê Fransîyayê nivîsîye.
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan mîkrobloga xeye X ê da razalixî elamî Likornyû kirîye: him bona qebûlkirina germ û him jî bona gotûbêjkirinên kardar.







