H’emû nûçeSereke

Starlink dikare ji bo Ermenîstanê bibe destpêka serdemeke nû ya teknolojîk:Forbes

Kovara amêrîkî Forbes ê gotareke berfireh belav kir, ku tê de destpêkirina bernameya întêrnêtê ya satêlîtê Starlînk ya karsazê amêrîkî, mîlyarder Îlon Mask û bandora wê ya gengaz li Ermenîstanê  raber dike.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, nivîskarê gotarê Krêyg Smît diyar dike ku Starlink ji bo Ermenîstanê ne tenê dikare bibe nûbûneke têknolojîk, lê di heman demê de bibe amûrek stratêjîk û serxwebûna dîjîtal û aborî ya welêt xurt bike.

Gotar bi şirovekirina merasîma bidawîkirina kongreya cîhanî ya nûjenî û têknolojîyê li Ermenîstanê dest pê dike, ku tê de peyama Îlon Mask ji alîyê karsazê ermenî-amerîkî Razmîk Hovakîmyan ve hat  raberkirin. Gotinên Mask mîna erêkirina eşkere ya berjewendîya potênsîyala têknolojîk ya Ermenistanê bû.

Gotar bi hûrgilî dîyar dike ku Starlink wê binesazîya dîjîtal ya Ermenistanê çawa biguhezîne. Bi taybetî tekezî li ser wê yekê tê kirin ku deverên çîyayî yên welat û civakên gundî yên dûr bi salan e ji ber nebûna girêdana întêrnêtê ya bi îstîqirar û bilez zerar dîtine. Bi rêya Starlink, întêrnêta bi lezûbez wê li deverên herî dûr jî peyda bibe.

Smît ji jîyana rojane ya cotkarên herêma Syûnîkê ya Ermenîstanê mînakek dide. “Cotkar li gundên dûr îdî wê karibin bihayên bazarê, têknolojîyên herî dawî û pêşkeftinên serhêl bişopînin. Bi vî rengî, civakên gundewarî wê di warên perwerdehîyê, bazirganî û bijîjkî de fersendên bêhempa bistînin”,-xödan dinivîse.

Her wiha bal tê kişandin ser wê yekê ku bi rêya Starlink wê xwendekarên ermenî bibin xwedî derfet ku platformên perwerdehîya cîhanî bikar bînin û di dawîyê de di warê gihandina perwerdehîyê de bibin xwedî şert û mercên wekhev.

Krêyg Smît jî veberhênana Starlink di çarçoveya ewlekarî û pozîsyona jêopolîtîk ya Ermenîstanê de dinirxîne. Alozîyên heyî yên li herêmê, di çarçoveya nakokîyên bi Adirbêcanê re, hewcedarîya pêwendîyeke întêrnêtê ya bi îstîqirar û ewledar hîn girîngtir dike.

Smît mînaka Ûkraînayê destnîşan dike, ku Starlink di dema opêrasyonên leşkerî de roleke girîng di domandina ragîhandinê de lîst. Di gotarê de tê gotin ku danîna sîstemek weha li Ermenîstanê dikare bibe xwedî girîngîyeke stratêjîk ji bo ku di dema pevçûyînê de têkçûna ragîhandinê nemîne.

Di gotarê de gavên ku hukumeta Ermenîstanê ji bo bi lez pêkanîna bernameya Starlinkê avêtine jî  raber dike. Wezareta pîşesazîya têknolojîya bilind ya Ermenîstanê ji nêz ve bi Space X re dixebite ku pirsgirêkên rêziknameyê çareser bike, binesazîyê bicîh bîne û destûrên pêwîst ewle bike.

Komîsyona birêkûpêkkirina kar û barê giştî herî dawî serlêdana lîsansê ya Starlink pejirand, ku tê vê wateyê ku pargîdanî wê di demek nêzîk de têkeve qonaxa ceribandinê.Wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan dîyar kir ku dê di mehên pêş de ceribandin biqedin, piştî ku Starlink wê bi tevahî bixebite.

Di gotarê de, Krêyg Smît dinivîse ku serkeftina Starlink li Ermenîstanê dikare bandorek herêmî ya berfireh hebe, ku veguherîna dîjîtal li seranserê Kafkasyayê bişopîne. Nivîskar bi bîr dixe ku Ermenîstan dikare di warê jêopolîtîk ya tevlihev a di navbera Yekîtîya Avropayê û Rûsyayê de bibe pêşengê pêşkeftina teknolojîk.

Di çarçoveya bernameyên nûjen yên Avropayê de, projeya Iris2 tê behs kirin, ku armanc heye ku bi Starlink re pêşbazîyê bike. Lê belê, tevgerên bilez û hevkarîya Ermenîstanê bi Space X re dihêle ku em texmîn bikin ku veguherîna dîjîtal ya welat bi rîya Starlink wê bibe sedema pozîsyonên pêşeng.

Krêyg Smît di dawîya gotara xwe de tekez dike ku Starlink ya Îlon Mask dikare ji bo Ermenîstanê bibe destpêka serdemek nû ya têknolojîk.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button