H’emû nûçeSereke

“Em gavan diavêjin”: berdevkê wezîreta Amêrîkayêye karên der derbarê Rûbên Vardanyan û girtîyên din yên ermenî de

Amêrîka wê bi berdewamî bang li Adirbêcanê bike ku rêzê li mafên mirovan bigire, di nav wan de mafên bingehîn û azadîyên girtîyan û wê berdewam be li ser avîtina gavan di wî warî de. Berdevkê wezîreta Amêrîkayêye karên der Mêtyû Mîlêr di brîfînga li gel rojnamevanan de, bersiva pirsa rojnamevan Haykaram Nahapêtyan ya derbarê çarenivîsa girtîyên ermenî yên di girtîgehên Adirbêcanê de, bi taybetî kiryarên ku ji alîyê rêveberîya Amêrîkayê ve ji bo parastina wan hatîye kirin, da.

“Gava ku mijar tê ser rewşa girtîyên li Adirbêcanê, bêyî ku qala dozeke taybet bikin, we dît ku em bi berdewamî bang li Adirbêcanê dikin ku rêzê li mafên mirovan û azadîyên bingehîn yên hemû kesên li welatê xwe bigire, di nav de girtîyan.  Berdevkê wezîreta karên der  dîyar kir ku dema em dibînin ku Adirbêcan rêzê li mafên bingehîn yên mirovan yên li welatê xwe nagire, gavan bavêjin û em ê vê sîyasetê bimeşînin”.

Rojnamevan bi taybetî mînaka Carêd Gênsêrîn, parêzerê Rûben Vardanyan yê ku li Adirbêcanê bi awayekî neqanûnî girtî ye, anî ziman ku Adirbêcan destûra têketinê nade wî, ev yek jî parastina Vardanyan ne mûmkûn dike û mafên wî yên bingehîn binpê dike.

Derbarê pirsa ku gelo peywendîyên di navbera Ermenîstan û Tirkîyayê û herwiha pêvajoya heyî ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, di serdana heftêya borî ya wezîrê Amêrîkayêyî  karên der bo Tirkîyayê de hatine gotûbêjkirin yan na, Mêtyû Mîlêr, bêyî ku amaje bi danûstandinên dîplomatîk bike, got ku di navbera Ermenîstanê de û Tirkîyayê Dewletên Yekbûyî bi rêkûpêk bi rayedarên her du welatan re li ser têkilîyan diaxive.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button