
Serokê Herêma Kurdistanê dîyar kir ku divê kabîneya hukumetê bê avakirin û gotîye: “Pêwîst e aliyên siyasî erkên xwe bi cih bînin”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî ahenga roja alaya Kurdistanê bû û li ser mijarên di rojevê de daxuyanî da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku divê demildest kabîneya hukumeta Herêma Kurdistanê bê avakirin.
Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de amaje bi pêwendiyên li gel Îraqê kir û diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew ji diyalog û hevtêgihiştinê re amade ne.
Her wiha tekez jî li ser wê yekê kir ku divê hemû alî bi hevahengî tevbigerin.
Nêçîrvan Barzanî li ser roja alaya Kurdistanê anî ziman:
“Salvegera roja alaya Kurdistanê ji bo kurdistaniyan bilind û pîroz e û ev salveger her kesî ji bo armanceke pîroz tîne cem hev”.
Nêçîrvan Barzanî gotîye:
“Alaya Kurdistanê di destên dilsozên xwe de li hemberî hemû zehmetî û astengiyan rawestiyaye”.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa rewşa herêmê jî kir û da zanîn:
“Îsal em roja alaya Kurdistanê li herêmê di rewşeke hestiyar de pîroz dikin.
Bandor û encamên bûyeran li ser aştî û aramiyê bûne cihê dilgiraniyê”.
Nêçîrvan Barzanî ji partiyên siyasî û welatan re diyar kir ku ew wê ji bo kêmkirina aloziyan hevkariyê bikin û gotîye:
“Em dê ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ku mafê hemûyan biparêze û paşerojeke aram ji gelên herêmê re misoger bike, hevkariyê bikin.
Tecrubeya Herêma Kurdistanê ya di warê bihevrejiyana aştiyane de dikare bibe mînakek ji bo derbaskirina qeyranan û pêkanîna aştiyê”.
Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman:
“Divê em hemû bi hev re bixebitin û berjewendiyên bilind yên gelê xwe di ser her tiştî re bigirin”.







