Nîkol Paşînyan ew tabîya Ermenîstanê, ya derheqa belavkirina koma Mînskê çawa ya çêkirinê nav kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ew tabîya Ermenîstanê, ya derheqa belavkirina koma Mînskê çawa ya çêkirinê nav kirîye.
“Em fem dikin wekî heger fonflîkt tune,wî çaxî bona çi pêwîste formata bona helkirina konflîktê hebe. Feqet em dixwezin bêne ser wê fikirê,wekî hema Adirbêcan jî vî cûreyî nêzîkî vê pirsê dibe û xwestina wêye mesele sîyaseta agrêsîve hindava Komara Ermenîstanê ya mîyaserkirinê nîne”,- Nîkol Paşînyan gotîye “Armenpress” ê.
Ewî usa jî gotîye wekî bi gotina wa gotî “Adirbêcana Rojavayê” Bekûya fermî dixweze dewekarîyên hindava axa Ermenîstanê pêşda bikişîne, yên ku nava konstîtûsîya Adirbêcanêda hatine dîyarkirinê.
“Heger usa nîne û heger em şaşin, wî çaxî bi gotina Adirbêcana Rojavayê gerekê nehîyên Adirbêcanêye Qazaxê, Tovûzê, Axstafayê,Gêdabêyê, Daşkêsanê, Kelbecarê, Laçînê, Kûbatlyê, Zangêlanê fem bikin.Paşdaçûyîna cimetêye li wan nehîya karê Adirbêcanêyî hundure û li vir îşê hukumata Ermenîstanê tune, xêncî wan pirsa, yên ku tevî Adirbêcanê tên gotûbêjkirinê.Ez dixwezim bêjim wekî pêwandîyên normal bêne îzbatkirinê, kîjan wê ewlehîya sînorên Adirbêcanê û Ermenîstanê bidine çareserkirinê”,-Paşînyan gotîye.







