Tê pêşniyarkirin ku ji bo leşkerên jin 125 hezar dram mûçeyek zêde bê danîn

Hukumet ji bo pêrsonalên hêzên çekdar tedbîrên civakî yên nû plan dike.
Li gorî “Armenpress”ê, ev proje bi mebesta zêdekirina asta parastina madî û civakî ya leşkeran e.
Proje pêşnîyar dike ku di katêgorîyên jêrîn de prîman werin danîn: leşkerên jin yên di tabûra jinan de wezîfedar in: 125 hezar diram, pêrsonelên ku di yekîneyên leşkerî de bi barê perwerdehîyê wezîfedar in: 100 hezar diram, leşkerên ku kursên çawîşê qedandine û xwedî kalîteyên guncaw in – heta 300 hezar diram, pêrsonalên ku kursên perwerdehîyê qedandine û ne li gorî rêzê, li gorî fermanê wek mamoste bi kalîte – ji 50,000 -90,000 dram, kadetên ku li sazîyên perwerdehîya leşkerî yên biyanî bêyî bûrsa dixwînin – 200 000 dram.
Proje armanc dike ku parastina civakî ya leşkeran bi zêdekirina pêkhateyên ewlekarîya darayî, pêşxistina pergalên serdar û perwerdehîyê bi efirandina motîvasyona perwerdehî û pîşeyî ya guncaw, piştgirîkirina leşkerkirina tabûrên jinan bi rêya pêvekên taybet, biçekkirina yekîneyên perwerdehiyê bi pisportir, bêyî wergirtina bûrsê di sazîyên perwerdehîya bîyanî de ewlehîya darayî ya kadetan bi rê ve dibin.







