H’emû nûçeSereke

Wê îzinê nedine Rûsyayê û Adirbêcanê ku ew beşdarî lêpirsîna ketina teyara Adirbêcanê bibin

Qazaxstanê îzinê nede Rûsyayê û Adirbêcanê ku ew beşdarî lêpirsîna menîya ketina teyara azêrî bibin.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, çawa “Kazînform” ê daye dîyarkirinê, derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Qazaxstanê Qanat Bozûmbayêv gotîye.

“Wê îzinê nedine Rûsyayê û Adirbêcanê ku ew beşdarî lêpirsîna ketina teyara Adirbêcanê bibin. Ew yek li gorî qanûnên Qazaxstanê tê kirinê”,- cîgirê serokwezîr gotîye.

Teyara Adirbêcanêye merivbir, ya ku ji Bekûyê diçû Groznîyê, 25 ê kanûnê li nêzîkî firegeha Qazaxstanê Aktaûyê  jorda ketîye.62 rêwî û 5 endamên teşkîla pîlota  teyarêda hebûne.38 meriv hatine kuştinê,28 jî sax mane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button