H’emû nûçeSereke

“Xaçerêya aşîtîyê” destpêşxerîyeke baş e, lê li ser rêya pêkanîna wê astengîyên cidî hene: analîza zanyarê sîyasî

Herêma Kafkasya Başûr yek ji germtirîn xalên cîhanê berdewam e, û her çend niha tu opêrasyonên leşkerî yên aktîv tune ne, lê tê hest kirin ku berjewendîyên çend hêzên herêmî û derveyî herêmê li vir dikevin hev, ku her yek ji wan hewl dide tabîyên xwe  qewîn bike.

Sîyasîzan Armên Vardanyan di axaftina xwe ya li gel “Armenpress”ê de ev nêrîna xwe anî ziman û amaje bi rewşa niha ya Kafkasyaya Başûr û pirsa bikêrhatina projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku Ermenîstanê di wê çarçoveyê de  raber dike.

 “Niha bûyerên herî dramatîk li Gurcistanê diqewimin, ku xwepêşandan li wir narawestin, desthilatdarî xwe di îzolasyona navneteweyî de dîtîye, ji ber ku Rojava encamên hilbijartinên li Gurcistanê qebûl nake.Usa xuyaye ku ev rewş wê krîza sîyasî û aborî ya Gurcistanê ya ku ji niha ve xerabtir bûye kûrtir bike. Ermenîstan û Adirbêcan niha aram in. Sala 2025 a de xiravbûn pêkan e”,- Vardanyan gotîye.

Zanyarê sîyasî li ser gotinên serokkomara Gurcistanê Salomê Zûrabîşvîlyê ku gotibû, pêrspêktîva geşepêdanê û çarenûsa Ermenîstanê bi giranî bi bûyerên li nêzîkî wan diqewimin ve girêdayî ye, zanyarê sîyasî destnîşan kir ku hêmanek rastîyê di nav de heye.

 “Heger Ermenîstan bixwaze ku di pêşerojê de bibe endama Yekîtîya Avropayê û biçe Avropayê, ji bo me tê xwestin ku rayedarên Gurcistanê jî di vî warî de tevbigerin, alîgirê Avropayê ne, lê heke têkilîyên xwe bi Rojavayê re qut bikin, wê demê pêşeroja Ermenîstanê ewropî ye, wê ne dîyar jî bibe” ,-pisporê sîyasî gotîye.

Li gorî Vardanyan, ne mimkûn e ku di sala 2025 a de di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de peymana aştîyê bê îmzekirin, ji ber ku ji sala 2021 ê ve ku ev mijar ket rojevê, dîyar bû ku di îmzekirina peymanê de astengîyên girîng hene, ji ber ku alîyê Adirbêcanê bi awayên cuda hewl dide îmzekirina xwe dereng bixe. Li gorî sîyasetmedar du sedem hene: ya yekem ew e ku Adirbêcanê soz daye Rûsîyayê ku bi taybetî di bin sîwana rojava de tu belgeyekê îmze neke û sedema duyem jî ew e ku alîyê Adirbêcanê Ermenîstanê wek alîyekî lawaz dibîne û hewl dide hin tawîzan jê werbigire.

Vardanyan der barê înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji alîyê Yêrvana fermî ve hatîye  raberkirin  jî, destnîşan kir ku her çend di esilê xwe de destpêşxerîyeke baş e jî, li pêşîya pêkanîna wê astengîyên cidî hene.

 “Tirkîya û Adirbêcan li gor şert û mercên xwe ji Ermenîstanê korîdorekê dixwazin û Rûsya jî dixwaze li ser wê sêktorê kontrolê pêk bîne. Her tişt ne di berjewendîya Ermenîstanê de ye. Di rewşa niha de, divê alîyê Ermenîstanê bi awayekî aktîv bi hevalbendên xwe re bixebite ku asta ewlekarîya xwe zêdetir bike. Pirsgirêka me ya yekem vegerandina hevsengîya leşkerî ye û ji ber ku ew şikestîye, ji ber vê yekê jî Elîyêv helwesteke usa xirab nîşan dide. Heger hevsengî bê vegerandin, serokê Adirbêcanê wê gotinên xwe nerm bike û berî ku careke din biaxive wê çend caran bifikire”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button