SerekeSîyasî

Bê kurdan hevsengî li Rojhilata Navîn nabe û Tirkîya jî nikare bê Herêma Kurdistanê arêşeya kurdan çare bike      

Rojnamevan û berpirsê sîyaseta ewlehîya rojnameya Haberturkê dibêje: “Bê kurdan hevsengî li Rojhilata Navîn nabe û Tirkîya jî nikare bê Herêma Kurdistanê arêşeya Kurdan çare bike”.

Rojnamevan û berpirsê sîyaseta ewlehîya rojnameya Haberturkê Çetiner Çetin ji K24 ê re amaje daye: “Serdana Mesrûr Barzanî giring e ji ber ku ew dikare roleke giring di piroseya çareserîya pirsa kurdan de bigêre”.

Çetiner Çetin gotîye: “Pêşwazîkirina Hakan Fîdan li Mesrûr Barzanî li mala xwe peyameke giring e, tê zanîn ku bê kurdan hevsengî li rojhilata Navîn nabe”. Herwesa gotîye: “Peyama Tirkîyayê ew e ku divê bi hev re arêşe bên çarekirin ji ber ku Tirkîya nikare bê Herêma Kurdistanê pirsa kurdan çare bike”.

Navbirî wesa dibîne ku, Mesrûr Barzanî dikare roleke girîng di piroseya çareserîya pirsa Kurdan de bigêre. Herwesa gotîye:“Serokkomar û wezîrê Tirkîyayêyî karên der  baweryeke mezin bi Mesrûr Barzanî heye”. Amaje jî daye:“Tirkîya neçare pirsa kurdan çare bike, lê çareserîya yekalî nake”.

Rojnamevan û berpirsê sîyaseta ewlehîya rojnameya Haberturkê difikire ku, PYD daxwazîyên Îranê li deverê bi cîh tîne. Tekez jî kirîye: “Divê PYD û HSD biselimînin ku li ser Tirkîyayê nabin metirsî”.

Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li koçika Enqereyê bi serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Erdogan re civîya.

Berî civîna xwe ya bi serokkomarê Tirkîyeyê Receb Tayîb Erdogan re, serokê hukumeta Herêma Kurdistanê bi wezîrê Tirkîyayêyî karên der Hakan Fîdan re civîya.

Hukumeta Herêma Kurdistanê di ragîhandinekê de amaje da ku, di wê civînê de danûstandin li ser berdewamkirina peywendîyên Herêma Kurdistanê û Tirkîyayê û dawî pêşxistinên rewşa giştî ya Îraqê û deverê hatin kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button