
Serokê nûhilbijartî yê Amêrîkayê Donald Tramp dibêje: “Êrdogan li ser daxwaza min şerê kurdan nekir”.Amaje jî da ku, eger berî ew dest bi karê xwe bike revandî li Gazayê neyên azadkirin, dozex wê çê bibe.
Serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Tramp di konferanseke rojnamevanî de li wîlayeta Filorîdayê gotîye: “Emê navê kendavê Mêksîkê ji bo kendavê Amêrîkayê biguherin û emê xûkeke giran li ser Mêksîkayê û Kanadayê bisepînin”.
Donald Tramp amaje jî daye: “Heger ez serokê Amêrîkayê bam, şerê Ûkraynayê rû nedida” qerwesa gotye: “Êrdogan li ser daxwaza min şerê kurdan nekir”.
Navbirî tekez jî kirîye: “Min wesa kir ku Amêrîkayê bi silamettirîn sînor hebe, niha sînor dehqat xirab bûye. Ew zindanîyên xwe dişînin Amêrîkayê, herwesa ew kesên ku nexweşîyên derûnî hene, kesên gelek xirab dihatin Amêrîkayê”.
Serokê nûhilbijartî yê Amêrîkayê herwesa amaje da bernameya paşerojê ya îdareya nû ya Amêrîkayê jî, ku biryar e li roja 20 ê vê mehê dest bi karê xwe bike.Di derheqa sînoran û pirsa koçberan de jî gotîye: “Min li serdema xwe bisilamettirîn sînor di dîroka Amêrîkayê de hebû û niha jî em Amêrîkayê vedigerînin serdema zêrîn”.Di eynî demê de amaje da pilan û bernameyên komarîyan û partîya xwe ji bo îdareya nû ya Amêrîkayê.
Donald Tramp di wê konfêransa rojnamevanî de gotîye: “Serok Êrdogan dostê min e û kesekî min yê hezkirî ye û em rêzê li hev digirin. Piştî ku min daxwaz jê kir ku şerê kurdan neke, wî dest jê berdan”.







