SerekeSîyasî

Li xaçerêya Zangêzûrê: ûltîmatûmên  Elîyêv, mîlîtarîzekirin û berxwedana Ermenîstanê

Van rojên dawî de, daxuyanîyên serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, bi taybetî hevpeyvîna wî ya 7 ê çile, fikarên li ser aramîya li herêma Kafkasya Başûr kûrtir kir. Daxwazên berdewam yên Elîyêv ji bo vekirina “Korîdora Zengîzûr” ê, sûcdarkirina “faşîzmê” ya li dijî Ermenîstanê û bangên civaka navneteweyî ji bo sînordarkirina şîyanên leşkerî yên Ermenistanê, şahîdîya stratêjîya jêopolîtîk ya êrîşkartir ya Adirbêcanê dikin. Ev bûyerên hanê, ku li himber byûcêya leşkerî ya Adirbêcanê ya pir berferehkirî pêk tên, pirsên cidî der barê hêvîyên aşîtîya mayînde li herêmê derdixîne holê.

Desthilatdarîya Elîyêv bi salan e bi polîtîkayên otorîtar û antîermenîtîya dewletê tê meşandin. Di rapora Freedom House ya “Azadîya li cîhanê 2024” de, Adirbêcan ji ber tepisandina muxalefeta sîyasî û binpêkirina azadîyên bingehîn wek welatek “ne azad” hate binavkirin (Freedom House, 2024, freehouse.org). mîrata sala 2020 î li herêmên ku di encama şer de ketine bin kontrola xwe. Van kiryarên wêrankir, ku ji hêla UNESCO û komîsyona avropî ya li dijî bêtehemûlîya nijadî  ve hatine belge kirin, dijminatîyê zêde dike û aşîtî û lihevhatinê asteng dike (UNESCO, unesco.org; ECRI, coe.int/en/web/ ecri).

Berovajî vê yekê, di van salên dawî de, Ermenîstan bi serkeftinên xwe yên di warê mafên mirovan û azadîyan de, li herêmê wek pêşenga dêmokrasîyê tê naskirin.Nîşaneyên bilind yên alîyê ermenî berovajî rewşa xerab ya Adirbêcanê ne. Rexneyên Elîyêv dijî Fransîyayê, Yekîtîya Avropayê û welatên din yên dêmokratîk divê di vê çarçoveyê de werin nirxandin. Armancên wêranker, îftirakirina nirxên dêmokratîk û dûrxistina balê ji binpêkirinên mafên mirovan yên rêjîma xwe ne.

Yek ji hêmanên sereke yên stratêjîya Adirbêcanê zêdekirina berçav ya byûcêya leşkerî ye.Sala 2025 de, byûcêya leşkerî ya Adirbêcanê gihîştîye 5 mîlyard dolarî, ku zêdebûneke girîng e ji 3.2 mîlyar dolarî ku ji hêla înstîtûta lêkolînên aşîtîyê ya navneteweyî ya Stokholmê (SIPRI, 2023, sipri.org) ve hate texmîn kirin. Ev cudahîya mezin ya di navbera hêzên leşkerî de, Ermenîstanê dixe tengasîyên ewlehîyê yên cidî, firsendê dide Adirbêcanê ku gavên êrîşkar bavêje.

Ev lêçûnên leşkerî yên zêde ne bi mebestên pêşîgirtinê re sînordar e. Di heman demê de peyamek li ser daxwazên axa Adirbêcanê ne. Daxwaza Elîyêv ku Fransîya û welatên din dayîna çekan ji Ermenistanê re rawestînin, ji bo lawazkirina kapasîteya berevanîyê ya Ermenistanê ye. Ermenîstan, di hewildanên xwe yên nûjenkirina îmkanên xwe yên parastinê de, serî li kiryarên êrîşkar nade, tenê di şert û mercên ne ewle de xweparastina xwe mîsoger dike.

Îdîayên li ser “faşîzma” Elîyêv ku li Ermenîstanê tê kirin, ne rast in û wek amûrek propagandayê ye. Berevajî vê yekê, Konseya Avropayê gelek caran li Adirbêcanê bûyerên pîrozkirina axaftinên nefretê û tundîyê bibelge kirine, di nav de pesinê Ramîl Safarov, ku bi kuştina efserekî ermenî di dema bernameya NATO ê de hat mehkûmkirin.

Zêdebûna rageşîya li herêmê, mezinbûna bêmînak ya byûcêya leşkerî ya Adirbêcanê û gotinên gefxwarinê yên Elîyêv bi tundî tekezî li ser pêwîstîya gavên tund û hevgirtî yên civaka navdewletî dikin. Lê belê xurtkirina berxwedana navxweyî ya Ermenîstanê bi heman awayî girîng e. Girîngîya piştevanîya navneteweyî nayê kêm nirx kirin, lê bandora wê wê zêdetir be heke Ermenîstan wek dewleteke bihêz û yekgirtî tevbigere, ku amade ye rû bi rûyê gefên nû bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button