
Adirbêcan yek ji 5 welatên Avropayê ye ku herî zêde rojnamevan lê tên girtin. Ev yek di rapora salane ya fêdêrasîyona rojnamegerên navneteweyî de, ku daneyên wê ji hêla ajansa Adirbêcanê Tûran ve hatîye şandin, tê gotin.
Li gorî lêkolînê sala 2024 a de li cîhanê 516 rojnameger hatine girtin. Li gorî salên borî, zêdebûneke tûnd hatîye tomarkirin. Sala 2023 a de 427, sala 2022 a de jî 375 rojnameger hatine girtin.
Çînistan bi 135 xebatkarên mêdyayê girtî ye, li dû wê Îsrayêl bi 59 rojnamevanên Felestînî û Myanmar bi 44 rojnamevanan re girtîgeha herî mezin ya rojnamevanan berdewam dike.
Niha 25 rojnamevan di girtîgehên Adirbêcanê de ne, rojnamevanekî din yê Adirbêcanê bi navê Efxan Sadîgov li ser daxwaza Bekûyê li Gurcistanê hatîye girtin.
Li gorî hejmara rojnamevanên girtî yên li Avropayê, Adirbêcan li gel Rûsyayê (38), Bêlarûs (30), Ûkrayna (28) û Tirkîya (20) di rêza pêncemîn de cîh digire. Di heman demê de hate destnîşankirin ku sala 2024 a de li cîhanê 122 rojnameger û xebatkarên çapemenîyê hatine kuştin ku 14 ji wan jin in.
Fêdêrasyonê sala borî wek yek ji wan herî kujerên rojnamevanan bi nav kir, li Rojhilata Navîn û cîhana ereban 77 rojnamevan, li Afrîkayê 10 xebatkarên çapemenîyê, li Amerîkayê 9 û li Avropayê 4 rojnameger hatine kuştin.







