H’emû nûçeSereke

Malpera rûsî Ermenîstanê wek yek ji şeş dewletên herî kevinar yên ku  li cîhanê hene bi nav kirîye

Dewletên yekem bi qasî 6000 sal berê xuya bûn, lê ne hemî wan karîbûn heya roja îro bijîn. Hinek bê veger winda bûne, hinekan jî tenê navên wan mane. Lê belê, yên ku girêdana bi cîhana Kevin re parastine jî hene. Ermenîstan jî behsa vê dawîyê dike.

Wek ku malpera “Rûskaya sêmêrka” dinivîse, dîroka dewleta Ermenîstanê bi qasî 2500 salî ye, her çend esilê wê kûrtir bê gerandin jî, di padîşahîya Armê-Şûbrîa, ku li gorî texmîna dîrokzan Borîs Pîotrovskî,  sedsalên 7 a û 6 a de veguherî yekîtîya îskîtermenî. Ermenîstana kevinar komxebateke piralî ya padîşahîyan û dewletên ku bi hev re hebûn yan jî li pey hev hebûn, padîşahîya Mûşê, dewletên Hûrî, Lûvî û Ûrartûyan, neviyên wan di dawîyê de bi gelê ermenî re bûn yek.Têgeha “Ermenîstan” cara yekem di nivîsa Behîstûnê ya padîşahê faris Daryûs de derbaz dibe, ku navê satrapîya farisî ya li ser axa Ûrartûya windabûyî kirîye, sê kesên din jî ji bo pêkhatina Sofênî, Haykê Biçûk û Mezin. Ji sedsala III, navenda jîyana sîyasî û çandî ya gelê ermenî derbazî gelîyê Araratê bû.

Malperê 5 welatên din jî xiste lîsteya xwe: Îran, Misir, Çînistan, Japonya, Yûnanistan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button