Serokwezîr derheqa projeya “Destpêka pêvajoya endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayêda” elamî wekîla Yekîtîya Avropayê kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wekîla Yekîtîya Avropayêye li Kafkasîya Başûr Magdalêna Grono qebûl kirîye.
“Armenpress” ê ragîhandîye,wekî serokwezîr xanim Grono girêdayî qulixa nûra pîroz kirîye û bi hêvîdarî gotîye,wekî ewê bi şuxulkarîya xwe alî hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê bike.Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî hukumata Ermenîstanê 9 ê meha çile begemîya xwe daye projeya bi înîsîyatîva sîvîl raberkirî û bîr anîye, wekî payîza sala 2023 a ewî li parlamênta Avropayê nava axaftina xweda daye dîyarkirinê, wekî komara Ermenîstanê amadeye ewqasî nêzîkî Yekîtîya Avropayê bibe, çiqasî Yekîtîya Avropayê wê yekê nêzîkî aqila hesabke.
Magdalêna Gronoyê bona qebûlkirinê razalixî elam kirîye û berfirehbûna hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê girîng hesab kirîye.
Hatîye dîyarkirinê,wekî wextê hevdîtinê, xeberdan usa jî derheqa pêvajoya normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda,ewlehîya li Kafkasîya Başûr û projeya “Xaçerêya aşîtîyê” da çûye.







