“Xaçerêya aşîtîyê” destpêşxerîyek e ji bo baştirkirina ragîhandinê û ji nû ve vekirina têkilîyên girîng: Con Înyarîtû

Li gorî endamê parlamêntoya Îspanyayê Con Înyarîtû, projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ku ji alîyê Ermenîstanê ve hatîye pêşnîyarkirin înîsîyatîvek e ji bo baştirkirina ragihandinê û vekirina peywendîyên jîyanî yên li herêma Kafkasya Başûr, ku dikare bibe gaveke erênî.
Parlamenterê Îspanyayê di axaftina xwe ya bi peyamnêrê “Armenpress” ê re wiha gotîye, amaje bi projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji alîyê h ukumeta Ermenîstanê ve ji bo vekirina rêyên ragîhandinê yên li başûrê Kafkasyayê û herwiha mantîqa korîdorê ku bi berdewamî tê raberkirin, kir.
Parlamantаr her wiha dilgiranîya xwe li hember gotinên êrîşkar yên Adirbêcanê nîşan da, ku di nav de îdîayên wê yên li ser navê “Korîdora Zangêzûrê” tê gotin, ew wek dijberîya serwêrîya Komara Ermenîstanê nirxand.
“Ermenîstanê ji bo baştirkirina peywendîyên herêmî û ji nû ve vekirina peywendîyên jîyanî, înîsîyatîv pêşnîyar kirîye, ku dikare bibe pêşveçûyîneke erênî. Lê belê, ez ji gotinên êrîşkar yên Adirbêcanê bi fikar im, bi taybetî îdîaya Bekûyê ya li ser navê “Korîdora Zangêzûrê”, ku li dijî serwêrîya Ermenîstanê dijwar e,- Con Înyarîtû tekez kirîye.
Li gorî hevpeyîvînê, danûstandin ji bo geşepêdana aborî li herêmê û bi giştî girîng in, lê divê li ser esasê rêzgirtina dualî ya serwêrîya alîyên beşdar bin.
“Her çend ku girêdana navçeyî ji bo geşepêdana aborî û civakî girîng e, lê divê li ser rêzgirtina dualî ji serwêrîya hemû neteweyan re bê avakirin”. Gotinên şerxwaz û êrîşkar yên Adirbêcanê û bi taybetî serokê wê, Înyarîtû tekezî li ser wê yekê dike ku divê di danûstandinên li gel Bekûyê de hişyar bin.
“Paqijkirina etnîkî ya ermenîyan li Qerebaxê û kiryarên êrîşker yên vê dawîyê yên Adirbêcanê, hewcedarîya hişyarîyê di van gotûbêjan de zêdetir eşkere dike”.
Di heman demê de, Con Înyarîtû pir girîng dibîne ku bername û destpêşxerîyên hevkarîyên herêmî rêz li mafên Komara Ermenîstanê û gelê wê bigirin.
“Pir girîng e ku her hevkarîyeke herêmî rêzê li serwêrîya Ermenîstanê bigire û ewlekarî û mafên gelên wê bide garantîkirin”.







