H’emû nûçeSereke

Pêşxistina têkiliyên bi Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayêyra  mafê serwêrîya Ermenîstanê ye: Sêrgêy Lavrov

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, ji mafê serwêriya Ermenîstanê ye ku hem bi Dewletên Yekbûyî û hem jî bi Yekîtiya Avropayê re têkiliyên xwe pêş bixe.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê,wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov  di civîna çapemeniyê de ragihandîye.

Lavrov amaje bi biryara hukumeta Ermenîstanê ya ji bo erêkirina projeya destpêkirina proseya endambûna Yekîtiya Avropayê jî kir û diyar kir ku ev bijardeya serwêriya Yêrêvanê ye, lê pêwîst e aliyên erênî û neyînî binirxînin.

“Bêguman biryara serkirdayetiya qanûnî ya Ermenîstanê ya ji bo destpêkirina pêvajoya tevlêbûna rêxistineke navneteweyî ya ku tê pêşbînîkirin, biryara serwerî ye. Lê girankirina hemû aliyên erênî û neyînî jî, dibe ku berpirsiyariya hukumeta Ermenistanê be serkirdayetî û yên ku di sêktora aborî de cih digirin”:- Sêrgêy Lavrov daye kifşê.

Lavrov li ser belgeya ku di navbera Ermenîstanê û Amêrîkayê de li ser hevkariya stratejîk bê îmzekirin jî, biryara Yêrêvanê serwêrî nirxand û tekez kir ku Moskva ferman nade ku bi kê re hevkariyê bike.

 “Duh min bihîst ku wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  bi wezîrê Amrêrîkayêyî karên  der Êntonî Blînkên re peymana hevkariya stratejîk îmze bike. Lê ev biryara serweriya her du welatan e”,- wezîrê Rûsîyayêyî karên der daye kifşê.

Li gorî wî, ya sereke ne ew e ku kê çi îmze kiriye û navê wê belgeyê çi ye, lê ew e ku çi jê derdikeve.

“Me di gelek peymanên bi welatên rojavayî re jî termînolojiya “hevkariya stratejîk” bi kar aniye, lê di van peymanan de tu carî pêwîstî bi yek yan yekî din nehatiye kirin ku li dijî welatekî sêyemîn tevbigere”.

Lavrov amaje bi qonaxa niha ya peywendiyên Ermenîstan û Rûsyayê jî kir û diyar kir ku ew peywendiyên navbera wan ne hêsan in.  “Têkiliyên îro di asta fermî de ne hêsan in”,-Sêrgêy Lavrov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button