H’emû nûçeSereke

Hevkarîya ermenî-amêrîkî û usa jî ya ermenî-fransî bona berfirehkirina karebûnên Ermenîstanêye parastinêne: wezîr

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan bi razîbûn derheqa hevkarîya ermenî-amêrîkî û ermenî-fransîye nava goveka parastinêda xeberdaye.    

“Armenpress” ê ragîhandîye,wekî wezîr derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa tomerîkirina salê gotîye û derheqa seredanên xweye li Waşîngtonê û Fransîyayê xeberdaye.

“Him hevkarîya ermenî-amêrîkî û him jî hevkarîya ermenî-fransî bona berfirehkirina karebûnên Ermenîstanêye parastinêne.Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî piştgirîyê dide werguhastina hêzên me.Wê yekêda ez dikarin derheqa Fransîyayêda jî bêjim.Derheqa hevkarîya meda ez tenê dikarim razîbûnê bidime kifşê.Ew mecalên ku bona me saz dibin, bona werguhastinên artêşê girîngin”,-Papîkyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî sîstêma profêsîyonal nava artêşêda girînge.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button