H’emû nûçeSereke
Xebata Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ya nava goveka pêvajoya aşîtîparêzîyêda wê berdewambe: Papîkyan

Xebata Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ya nava goveka pêvajoya aşîtîparêzîda wê berdewambe.Derbarê wê yekêda wextê hevdîtina tevî rojnamevana, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan gotîye.Wezîrê parastinê bîr anîye, wekî nava vê govekêda bingeha hevkarîyê du sal pêşda hatîye danînê û xebat tevî hevkarên givardîya Kanzasêye miletîyê tên mîyaserkirinê. Wezîr gotîye,wekî gotûbêjkirin îsal dora pêkanîna telîmên aşîtîparêzîyê pêk tên. Bi gotina Papîkyan, bona pevguhartina cêribandinê û amadekirina aşîtîparêza ew yek wê girîngbe.







