SerekeSîyasî

Amerîkayê karwanekî din yê serbazî ji Îraqê şand Rojavayê Kurdistanê

Çend çavkaniyên ewlehiyê eşkere kir, karwanekî serbazî yê Amerîkayê ji Îraqê gihişt deverên Dêrazor û Hesekeyê li Rojavayê Kurdistanê.

Li dû wan çavkaniyan, ew karwanê Amerîkayê ji 40 barhilgirên serbazî û çend hêlîkopteran pêk hatiye û ber bi sê bingehên serbazî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ve çûne. Para serekî ya wê hêzê jî çûye Zeviya Omer ya Gazê li Dêrazorê.

Amaje jî daye: “Şandina wê hêza Amerîkayê ji Îraqê ji stratejiya dubare rêkxistina hêzên Amerîkayê li Sûriyayê ye, ku piştî nemana Rijêma Esed dest pê kiriye”.

Hêzên opozisyona Sûriyayê li serê sibeha roja yekşemê, çûn nav bajarê Şamê, Rijêma Sûriyeyê ya bi serokatiya Beşar Esed herifand û desthilata bi dehan salan ya wê binemalê bidawî anî.

Ji hingê ve penaberên Sûriyayî ji welatên cuda-cuda vedigerin welatê xwe, herwesa kesatî û desteyên diplomasî yên cîhanê berê xwe didin Sûriyayê û welat jî dîsa balyozxaneyên xwe li wê derê vedikin û geştên xwe yên asmanî jî bi Sûriyayê re asayî dikin.

Ji aliyekî din ve jî, dewlet û aliyên cîhanî gengeşe û danûstandinan li ser paşeroja Sûriyayê dikin û bi awayekî berdewam şand ji welatên cuda-cuda serdana Sûriyayê dikin û şandên Sûriyayê jî serdana welatan dikin. Herwesa civîn û danûstandin li welatên din jî li ser rewş û paşeroja Sûriyayê tên kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button