
Endamê mekteba sîyasî ya Partiya Dêmokrat ya Kurdstanê Hoşyar Zêbarî ragîhandîye: “Serok Barzanî û fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan”.
Endamê mekteba sîyasî ya Partiya Dêmokrat ya Kurdstanê Hoşyar Zêbarî li ser tora civakî ya X ê peyamek parve kirîye.
Hoşyar Zêbarî di wê peyameda nivîsiye:“Civîna serok Barzanî bi Mezlûm Ebdî ra pêxemetî hevgirtina kurdan û yekrêziya kurdan li beranberî desthilata nû ya Şamê bû, herwesa tekez li ser veguhastina aşîtîyane ya desthilatê li Sûriyayê nû kir”.
Endamê mekteba sîyasî ya Partiya Dêmokrat ya Kurdstanê herwesa amaje jî daye:“Em spasiya hevpeyman û dostên xwe dikin”.







