Pirsgirêkên sîyasî li ser platforma aborî: pispor hevdîtina Paşînyan û Elîyêv li Davosê muhtemel dibînin

Tê çaverêkirin ku îsal zêdetirî 350 serokwezîr, di nav wan de serkirdeyên 60 welatan, beşdarî korbenda aborî ya cîhanî ya Davosê ya Swîsreyê bibin ku di navbera 20-24 çile de pêk tê. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Elîyêv jî wê biçin Swîsrê. Hin pispor hevdîtina xwe ya nefermî di çarçoveya konfêransê de muhtemel dibînin. Berîya wê jî wezîrê Adirbêcanêyî karên der behsa îhtimala hevdîtina li gel wezîrê Ermenîstanêyî karên der kiribû. Û aborînas di warê zelalkirina mijarên aborî de girîngîyê didin konfêransê.
Aborînas Tatûl Manasêryan di wê baweriyê de ye ku forûma aborî ya Davosê ku bêyî girêbest û bêyî amadebûna rojnamevanan, di atmosferek rehet de tê lidarxistin, heke em bi rojeveke zelal beşdar bibin, dikare ji bo Ermenîstanê kêrhatî be. Ew di wê bawerîyê de ye ku ew dikare bibe platformeke baş ji bo çareserkirina pirsgirêkên li pêşberî Ermenîstanê û tekezî li ser girîngîya zelalkirina mijarên ewlehîya aborî ya Ermenîstanê di çarçoveya çûyîna ber bi Yekîtîya Avropayê dike.
“Du xalên me yên rojevê hene. Ji van ya herî girîng, ku hukumeta Ermenîstanê bi eşkereyî behsa wê dike, mijara endametîya Yekîtîya Avropayê ye. Niha heger karekî wiha were danîn, wê demê divê em pêşî fêm bikin ka em dikarin çi bidin Yekîtîya Avropayê. Bi awayekî xwezayî, di dema nîqaşên ku li navenda Avropayê diqewimin de, hewce ye ku bi zelalî were eşkere kirin ku Ermenîstan ji bo Yekîtîya Avropayê çiqas balkêş e, ne tenê bi pirsgirêkên xwe yên leşkerî-sîyasî yên heyî, lê bi gelek pirsgirêkên xwe yên aborî yên çaresernebûyî û wê rewşê, çi rê divê ku biçe. “Mijara din ya ku hukumeta Ermenîstanê jî tîne rojevê, pirrengkirina têkilîyên aborî ye, ku me wekî cihêrengîyê ragîhandîye. Ev yek çawa dikare were kirin, bi çi berdêl, kîjan faktor dikarin bibin alîkar û bi taybetî em dikarin bi kîjan welatan re bibin alîkar”.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Elîyêv jî beşdarî forûma aborîyê ya ku di navbera 20-24 ê çile de li Davosa Swîsreyê tê lidarxistin, dibin. Gurcistan beşdarî konferansên ewlehîyê yên Davos û Myûnxênê nabe.
Di konferansê de seroka komîsyona Avropayê Ûrsûla fon dêr Lêyên, şêwirmendê Almanîyayê Olaf Şols, serokê Sêrbîyayê Alêksandar Vûçîs, serokê Ûkraînayê Valadîmyr Zêlênskî, serokê Îsrayêlê Îsahak Hêrsog û gelek serokên dewlet û hukumetan wê beşdar bibin. Serokê hilbijartî yê Amêrîkayê Donald Tramp jî wê bi rêya vîdyoyê beşdarî konferansê bibe. Bi tevahî, 3 000 beşdar ji zêdetirî 130 welatan hatine vexwendin.
Sîyasetzan Hrant Mîkayêlyan di wê bawerîyê de ye ku di van salên dawî de konfêransa Davosê ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî nemaye. Zanyarê sîyasî di wê bawerîyê de ye ku îhtimal heye ku li Swîsrê hevdîtineke Paşînyan û Elîyêv pêk bê.
“Êlîtên aborî û sîyasî li wir kom dibin li şûna ku mijarên aborî nîqaş bikin”. Ji ber vê yekê, dibe ku hevdîtina Elîyêv û Paşînyan li wir bi hinek formatan, bi navbeynkarîyek, em bibêjin, bi serokatîya Bryûsêlê pêk were. Lê ez bawer nakim ku tiştekî nû ji wê civînê derkeve, ji ber ku hevdîtinên îlonê yên li Nyû Yorkê li kêleka civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ku Blînkên organîze kiribû, têk çû. “Ji wê demê û vir ve rojev neguherîye, ez bawer nakim ku di vê nuqteyê de pêşkeftineke dîplomatîk were hêvî kirin.
Berîya ku di çarçoveya konfêransa Davosê de agahîyên derbarê hevdîtina Paşînyan û Elîyêv de derbikevin, wezîrê Adirbêcanêyî karên der Bayramov bi lez radigîhîne ku wezîrên karên der yên Ermenistan û Adirbêcanê li ser peymana aşîtîyê danûstandinan dikin. Ew dide zanîn ku li ser du xalên peymana aşîtîyê lihevkirineke dawî pêk nehatîye û dîsa destûra Ermenîstanê wek sedem tîne ziman.
Sîyasetzan Hrant Mîkayêlyan di wê baweriyê de ye ku divê nêzîkatîya muzakereyan biguhere.
Eger danûstandinên aşîtîyê bibin sedem ku şert û mercên welat xerabtir bibin, lê kaxezek me hebe, ev nayê wê wateyê ku me encamek erênî bi dest xistîye, ji ber vê yekê bi giştî danûstandin û hevdîtin nikarin bibin yek dawî li xwe tînin. Ez dixwazim ku em vê rewşê rast fêm bikin: Çiqas şert û merc ji alîyê ermenî ve bên bicihanîn jî, tu carî lihevkirinek çênabe, ji ber ku Adirbêcan wê her dem bifikire ku alîyê ermenî dê tawîzên din jî bide. Ji ber vê yekê heta ku nêzîkatîya stratêjîk neguhere wê ev rewş berdewam bike”.
Forûma aborî ya cîhanî li Davosê rêxistineke sîvîl ya Swîsreyî ye ku ji sala 1971 ê vir ve bi nûnerên karsazên sereke, rêberên sîyasî û pisporên warên cîhêreng re civînên salane li dar dixe”.







