H’emû nûçeSereke

Sala 2024 a de li gorî sala 2023 a hinardekirina ji Ermenîstanê li 14 welatên Yekîtîya Avropayê zêde bûye

Îxracat ji Ermenîstanê li 14 welatên Yekîtîya Avropayê zêde bûye û 13 welatan kêm bûye. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

Hinardekirina Fransîyayê, Îtalyayê, Bêlçîkayê, Polonyayê, Aûstryayê, Rûmînyayê, Komara Çêxîyayê, Xorvatîyayê, Portûgalîyayê, Slovakyayê, Lîtvayê, Maltayê û Slovênyayê zêde bûye”.

“Îxracata Bilgaryayê, Almanîyayê, Danîyayê, Êstonîyayê, Îrlandîyayê, Îspanîyayê, Lyûksêmbûrgê, Qibrisê, Yûnanistanê, Macaristanê, Holandîyayê, Swêdê û Fînlandîyayê kêm bûye”,- wezîr gotîye.

Sala 2024 a de hinardekirina ji Ermenîstanê ber bi Dewletên Yekbûyî, Hindistanê, Japonyayê, Çînistanê, Îranê, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Swîsrê, Sêrbîyayê, Gurcistanê, Îraqê, Taylandê, Ûzbêkistanê û Bêlarûsê ve zêde bûye.

Qazazistan, Ûkraîna, Korêa, Rûsya, Qirqizistan, Malayzya, Qatar kêm bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button