
Wezîreta werziş û kar û barên ciwanan ya Ermenîstanê ragihand ku lîstikên 2emîn yê zivistanê yê hemermenî wê di navbera 1-7 ê sibatê li Jêrmukê bi beşdariya 1300 delegeyên ji 77 bajarên 19 welatan bên lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku yekemîn lîstikên zivistanê yên hemermenî di sala 2014 a de li bajarê Saxkazorê bi beşdariya nêzîkî 430 dêlêgayan ji 22 bajarên 11 welatên cîhanê hatin lidarxistin.
Duyemîn lîstikên zivistanê yên hemermenî wê hokey, skiya xaçerê, skiya alpin, berfê, şetrenc, peşbaziya berfê û werzîşên dansê werin pêşandan.
Merasîma vekirina lîstikê 1 ê sibatê seheta 18.00 a li bajarê Jêrmûkê pêk tê.
Meşaleya duyemîn lîstikên zivistanê yên hemermenî li Noravankê hat pêxistin. Ew teslîmî madalyaya zîv û tûnc ya Olîmpiyadê, çêmpiyonê Avropayê, gîmnast Artur Davtyan, cîgirê çêmpiyonê Avropayê, madalyaya tûncê, xwediyê kupaya cîhanê ya mutleq Vahagin Davtyan, çêmpiyona ciwanên Avropayê û cîhanê di helgirtina giraniyê de, çêmpiyoniya cîhanê ya bronz Alêksandra Grigoryan, çêmpiyona ciwanên Avropayê Emma Poxosyan.Werzişvanên şanoger bi meşaleyê ber bi bajarê Jermukê ve çûn.







