H’emû nûçeSereke

Têra tê dîtinê ku li Ermenîstanê ajansa Îtalyayêye kirîn-frotanê û învêstîsîyon bê vekirinê: Gêvorg Papoyan Alêssandro Fêrrantî qebûl kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gêvorg Papoyan baylozê Îtalyayêyî li Ermenîstanê Alêssandro Fêrrantî qebûl kirîye.

“Armenpress” ê ragîhandîye,wekî wextê hevdîtinê, wezîr baylozê nû kifşikrî pîroz kirîye û bo wî açixî nava karê wîda jêra xwestine.

Piştî wê yekê alîyên nava goveka êkonomîkayêda, yên di navbera Ermenîstanê û Îtalyayêda, usa jî pirsên dîvêrsîfîkasîyakirina êkonomîkayê, zêdekirina zivira eşîyaye dualî, pêşxistina têknolocîya, berfirehkirina pêwandîyên êkonomîkî hatine gotûbêjkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa teşkîlkirina pêşengeh û hevdîtinên dualîda çûye.

Gêvorg Papoyan gotîye,wekî Ermenîstan piştgirîyê dide învêstîsîyayên bîyanî û nava wê hemtêkstêda progiramên derheqa piştgirîya dewletêda raber kirîye.

Baylozê Îtalyayê gotîye, wekî têra tê dîtinê ku li Ermenîstanê ajansa Îtalyayêye kirîn-frotanê û învêstîsîyon bê vekirinê.Wezîr ew yek silav kirîye û gotîye:

“Em bona qewînkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Îtalyayêye êkonomîkî amadene ku hemû tiştî bikin”.

Usa jî pêrspêktîvên hevkarîya nava goveka tûrîzmêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button