Ssênara paqijkirina bi temamî ya Gazayê ji felestînyan di rojeva Îsrayêlê de ye: Armên Pêtrosyan

Armanca îsraêlî ya jimare yek ew e ku metirsîya Felestînê ji sînorên Îsrayêlê bi temamî rake. Pisporê kar û barê herêmê Armên Pêtrosyan di hevpeyvîna xwe ya bi News.am. ê re behsa vê yekê kir û li ser pirsa gelo îhtimaleke çawa heye ku xelkê Gazayê ber bi welatên cînar yên ereb ve biçe û Îsrayêl axa felestînîyan paqij bike.
“Ev tenê dikare biqewime heger li cîhanê guhertinên radîkal û kûr hebin, ango şerekî cîhanî”. Di wê rewşê de, bê guman, ew ssnara pêşbînîkirî ye. Di şert û mercên heyî de ssênareke wisa ne pêkan e, lê bi îhtîmaleke mezin ji dema ku Donald Tramp yekem car di dawîya salên 2010 î de li ser vê yekê axivî, plana xwe ya ji bo çareserîya felestînîya-îsrayêlîya raber kir.
Li gorî vê yekê, ji Urdunê, Misirê û welatên din yên ereb re soz hat dayîn ku gelek pere werin dayîn, heke ew razî bibin ku kampên Felestînê li nêzîkî xwe biparêzin û yan jî penaberên nû qebûl bikin. “Niha ne ssnareke mûmkin e, lê ji bo Îsrayêlê ji xelkê Gazayê xilaz bibe ssênara herî xwestî ye.
Armên Pêtrosyan da zanîn ku di vir de guhertineke esasî ya pir girîng heye: Heger di dawîya salên 2010 a de ev kes bi kêmanî xwedî mal bûn, em li wargehên wan dijîn, niha nifûsa du mîlyonî ji jîyana xwe bêpar maye. “Niha çareserkirina kêşeya wan kesan pir hêsantir e. Zehmet e ku mirov bêje ka wê bi ser bikeve yan na, lê teqez e ku wê di bin bandora Îsrayêl û lobîya cihûyan de be û wê li ser sîyaseta amêrîkî jî be. Di heman demê de ev ssênara ku ji bo Urdunê û hem jî ji bo Misirê nayê qebûlkirinê.







