SerekeSîyasî

CENTCOM: li nêzîkî Kerkûkê 5 çekdarên DAÎŞ ê hatin kuştin

CENTCOM ê ragîhand ku li nêzîkî bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê 5 çekdarên DAÎŞ ê hatine kuştin.

Fermandarîya navendî ya Amêrîkayê (CENTCOM) da zanîn ku li baregehên çekdarên DAÎŞ ê yên li derdora bajarê Kerkûkê di êrîşeke balafirên şer de 5 çekdarên DAÎŞ ê hatine kuştin.

CENTCOM ê dîyar kirîye ku êrîş 31 ê kanûna  paşin hatîye kirin û hêzên ewlehîyê yên Îraqê pêk anîye.

CENTCOM ê her wiha amaje pê kir ku hemû opêrasîyonên li dijî DAÎŞ ê yên li Îraqê ji alîyê hêzên ewlehîyê yên wî welatî ve tên kirin û armanca wan têkbirina şaneyên razayî yên DAÎŞ ê ye.

Li gorî daxuyaniya CENTCOM ê, hêzên hevpeymanîya navneteweyî bi rêya dayîna zanyarîyên îstixbaratî û pêşkêşkirina alîkarîyên têknîkî piştgirîya opêrasîyonê kirîye.

CENTCOM ê ragîhand ku ewê ji bo parastina ewlehîya herêmê û Amêrîkayê li gel hevpeymanên xwe di êrîşên li dijî DAÎŞ ê de berdewam bin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button