SerekeSîyasî

Rewşa Rojhilata Navîn dikare çi bandorê li Başûrê Kafkasyayê bihêle?: cîgirê rêveberê Quincy Institute  ya amêrîkî şîrove dike

Trîta Parsî, hevdamezrîner û cîgirê rêvebirê  Quincy Institute ya amêrîkî, li hevpeyvîna di gel nûçegîhanê “Armenpress” ê li Bryûsêlê, bal kişand ser bandora rûdanên li Rojhilata Navîn li ser Qefqasya Başûr, sîyaseta ku ji hêla Îranê ve di warên cûre-cûre de tê meşandin û her weha berjewendîyên Dewletên Yekbûyî yên Emêrîkayê li başûrê Kafkasyayê û bi taybetî li Ermenîstanê.

-Pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn dikarin çi bandorê li Başûrê Kafkasyayê bikin? Îran çawa li dînamîkên guhertina li Kafkasyaya Başûr dinhêre, bi taybetî ji ber kiryarên Adirbêcanê yên li Qerebaxê û zêdebûna têkilîyên bi Îsrayêlê re?

-Li vir çend faktor hene. Ji alîyekî ve, îranîyan bê guman derbên girîng xwarine û ji niha de jî lawazbûna opozîsyona Îranê yek ji wan sedeman e ku wan di mijara Ermenîstanê de bi esilê xwe teslîm bûn û hinekî paşde çûn. Hilbet nehiştina Ermenîstanê li himberî Adirbêcanê jî rê li ber vê yekê vekir. Lê di şert û mercên berê de heger Rûsya û Îran jî ewqas lawaz nebûna, bi bawerîya min wê encam cuda bûya.

Ji ber vê yekê, ji alîyekî ve, ev ji xwe rastîyek e. Li alîyê din jî divê îranî di vê rewşê de stratêjîya xwe ji nû ve binirxînin. Wana veberhênanên giran kirine da ku xwe bigihînin Libnanê, di heman demê de ku axa pir nêzîkê wan niha di bin xetereyê de ye. Ma ew ê pêşînîyên xwe ji nû ve saz bikin? Gelo ew ê dîsa hewl bidin ku opozîsyona xwe li Sûrîyayê ji nû ve bisepînin, yan wê li şûna wê çavkanîyan araste bikin ku berjewendîyên xwe li Kafkasyayê biparêzin? Ew ê nêzîkatîyeke bi tevahî cuda hewce bike. Nêzîkatîyeke weha îhtîmal e ku tevlêbûna Îranê di kêşeya Îsrayêlê-Fîlîstînê de wek destavêtinek, ne gavek alîkar bibîne.

Li vir faktora sêyemîn jî heye.Têkilîyên Îran-Tirkîyayê her çendî her tim bi alozî  derbas bûne, lê ew jî bi mezinbûneke nedîtî hatine cudakirin. Ji alîyê dîrokî ve, ev têkilîyek e ku 19 şer di navbera Sêfêîdyan û împaratorîya Osmanî de tenê dîtîye. Û ew tenê ew heyam e. Hger em vegerin, em dikarin ji kampanyayên Kyûrosê Mezin, dagirkirina Lîdyayê û mînakan bibînin. Ji ber vê yekê her du alî jî dizanin ku yê din hêzeke mezin ya herêmê ye, hûn nikarin bibin xwedî nêzîkatîyeke maksîmalîst, divê hûn bi pragmatîk tevbigerin. Dibe ku li Sûrîya nîqaş bikin yan jî şer bikin, lê li cihekî din hevkarîyê bikin. Ew nahêlin yek pirsgirêk bi tevahî têkilîya wan dîyar bike.

Lê niha di hevsengîya hêzan de guhertineke cidî heye. Li alîyekî azêrîyan li Qerebaxê çi kirin, li alîyê din tirkan li Sûrîyayê çi kirin. Heyet Tehrîr El-Şam difikirîn ku ew ê tenê Helebê bi dest bixin, lê di rastîyê de tevahîya Sûrîyayê bi dest xistin. Ev ji bo daxwazên Êrdogan tê çi wateyê? Ev yek bandoreke çawa li ser tirsên Îranê yên demdirêj dike ku Êrdogan nêoosmanî ye, û hewldaneke rasteqîn heye ji bo vegerandina çeperên Tirkîyayê di heman demê de ku Îranê derdixe derve? Heger wisa be, gelo ev yek wê bibe sedema nêzîkatîyeke tûndtir ya tirkan li Kafkasyayê? Û ew ê çawa bandorê li du faktorên din bike? Gelo îranî hîn jî dikarin li Libnanê çalakîya xwe bidomînin? Gelo Adirbêcan wê hêriştir bibe?

Bi dîtina min tirk bi eşkere piştgirîya azêrîyan dikin, lê azêrî ji tirkan bêtir ÿrîşkar in.

Ji bilî vê, faktoreke din jî heye ku rewşê aloz dike.Adirbêcan di warê leşkerî de bi temamî girêdayî Îsrayêlê ye. Ew gelekî nêzîkî Îsrayêlê ne, di heman demê de Tirkîya û Îsrayêl di mijara Felestînê de nakok in. Ev dê nermbûneke mezin hewce bike da ku ji pevçûyînan dûr nekevin yan bi kêmanî zêdekirina alozîyan.

-Ev wê bandoreke çawa li nêzîkatîya Tirkîyayê bike?

-Min ne ji karbidestan, lê ji kesên nêzîkî desthilatdarên tirk gazindên ku dibêjin azêrî “bi ehmeqî yan jî bi awayekî zarokî alîgirê Îsraêlê ne”. Li ser vê yekê hinek hêrs û xemgînîya wan heye.

Di encama van hemûyan de îro îranî li gorî berê di rewşeke lawaz de ne. Herêmên ku wan bêdeng dihesibandin niha çalak bûne. Herêmên ku ewle dihatin dîtin, mîna Sûrîyayê, ji dest çûn.

Di dawîyê de, faktorek din ya girîng heye. Ji bo Îranê îro tişta herî girîng ew e ku bi Amêrîkayê re li hev bike. Ew ê bibe pêşengîya herî mezin. Lê wê balkêş be ku em bibînin ka wê Amêrîka di vê mijarê de çi helwestê bigire. Ji ber ku dibe ku Dewletên Yekbûyî di vê mijarê de ji Tirkîyayê û Adirbêcanê zêdetir nêzîkî Îranê û Ermenîstanê bibe.

Ji ber vê yekê, tevahîya navçe di rewşeke bêîstiqirarîyeke girîng de ye û faktora amêrîkî dikare hem kêşeyên nû û hem jî derfetên nû bi xwe re bîne.

-Belê, Amêrîka bi awayekî kevneşopî li ser rêyên ênêrjîyê û hevalbendên NATO ê yên wek Tirkîyayê rawestîyaye. Dewletên Yekbûyî îro li Başûrê Kafkasyayê û bi taybetî jî di mijara ewlekarîya sînorê Ermenîstanê de li pey çi berjewendîyan e?

Ez difikirim ku ev ji rêveberîya Baydên tê. Ev lîstikeke sîyasî bû ku derfeteke din da wî ji bo efirandina pirsgirêkan li devera nêzîkî sînorên Rûsyayê, ku rêveberîya Baydên, serbixwe ji Ûkraînayê, bi nirx dît. Ez ne bawer im ku ev wê ji Tramp û tîmê wî re bi qîmet be. Lê tam ji ber ku ji bo wan ne girîng e, dibe ku qet guh nedin wan û polîtîkayên berê bi bêhêvî berdewam bikin.

 Ez difikirim ku rewş pir ne dîyar e. Di derbarê Ermenîstan û Adirbêcanê de ku Tramp wê çi bike, min tu şîroveyên taybetî nebihîstîye.

-Lê gelo em dikarin bi zelalî dîyar bikin ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî li Başûrê Kafkasyayê, bi taybetî li nêzîkî sînorên Ermenîstanê li pey kîjan berjewendîyên taybet e?

Li gorî min faktorek li vir di berjewendîya ermenîyan de dilîze. Gelek kesên di ekîba Tramp de xwe wek neteweperestên Xiristîyan didin nasîn. Ez nizanim gelo ew bi tevahî têgihîştin ku ev tê çi wateyê, lê ev tê vê wateyê ku faktora xiristîyan-misilman di nakokîya Ermenîstan-Adirbêcanê de, ku bi tevahî ji rêveberîya Baydên re ne eleqedar bû, dikare ji bo rêveberîya Tramp bibe mijareke pir girîng heger bala xwe bidinê.

Ev yek ji wan mijaran e ku tîmê Tramp carinan hin domdar nîşan daye, her çend bi domdarî tevbigerin ji wan re ne tîpîk e. Lê ez texmîn dikim ku komîtêya neteweyî ya Ermenîstanê û komên din yên ermenî wê hewl bidin ku herî zêde ji vê rewşê sûd werbigirin. Bandora wan li ser hin mijaran pir heye, ji ber vê yekê ez mat nabim heger em hin guhertinan bibînin. Lê belê, pirsa yekem dimîne: gelo ew ê di rojeva wan de bibe pêşanî?

Heta gelek pisporên Îranî jî di wê bawerîyê de ne ku helwesta rayedarên Adirbêcanê bi awayekî berbiçav hatîye guhertin û ne avaker e, bi taybetî piştî geşedanên li Rojhilata Navîn. Hûn li ser vê yekê çi difikirin?

 Bi baweriya min yek ji sedemên ku Îran niha hewl dide têkilîyên xwe bi Adirbêcanê re baş bike, ew e ku rê li ber tevgerên nerewa yên kesên din bigire.

-Ji ber ku dibe ku gavên bêaqil bavêjin -belê, teqez. Hukumeta Elîyêv ne ji alîyê dijmin û ne jî ji alîyê dostên xwe ve wek aktorekî gihîştî nayê dîtin. Ev tiştek e ku hema her kes li ser qebûl dike. Ji bilî vê yekê, ku ew ewqas girêdayî Îsrayêlê ye û têkilîyên wî yên nêzîk bi Îsrayêl re heye, îhtîmala ku Îsrayêl wî bixe bin zextê de ji bo avêtina hin gavan di çarçoveya nakokîyeke mezin ya Îran-Îsrayêlê de zêde dike.

-Mijara din ya pir girîng ku raste-rast bi Îranê ve girêdayî ye, mijara bi navê “Korîdora Zangêzûrê” ye. Bi dîtina we, Îran çiqas bi biryar e ku sînorê xwe bi Ermenîstanê re saxlem bihêle? Eger Adirbêcan hewl bide projeya “Korîdora Zangêzûrê” ku gelek caran serokkomar Elîyêv wek tehdîd bi lêv dike, bi cih bîne, Îran wê çawa tevbigere? Gelo “Korîdora Zangêzûrê” ji bo Îranê xeta sor e?

-Ev ne qada pisporîya min e, lê ez texmîn dikim ku ew yan xeta sor e, yan jî bi qasî ku dibe nêzîkî xetek sor e. Ez wisa difikirim, ji ber ku di dîrokê de ev xeta sor bûye. Belê, Îran lawaz bûye, lê eger ji wê nuqteyê paşve bikşe, wê tirs çê bibe ku gelek tiştên din yên ku berê ne xetên sor bûn û ne jî ji bo gotûbêjê bûn, bibin cîhê pirsê. Di encamê de me berê jî dît ku îranî neçar man ji Sûrîyayê vekişin. Heger ev veguhere pêvajoyek zincîre, wê pir xeternak be. Tiştek e ku paşvekişînek stratêjîk û rawestan pêk bîne, lê heke ew vegere bertekek zincîre ya bê kontrol û bi zirarên hevdem li enîyên cuda, Îran wê neçar bimîne ku çavkanîyên ciddî bi kêmî ve li yek alî veguhezîne da ku rewşê bizivirîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button