SerekeSîyasî

Vîyan Dexîl: divê hukumeta Sûriyayê ya nû hemî bizavan bo rizgarkirina keç û jinên êzidî bike

Berdevka firaksîyona PDK ê li civata nûnerên Îraqê pêdivî dibîne ku desthilatdarên nû yên Sûriyayê hemî bizavan ji bo rizgarkirina keç û jinên êzidî yên li bin destê DAIŞ ê bikin, her di vî warî de spasiya hukumeta Herêma Kurdistanê jî dike.

Berdevka firaksîyona PDK ê li civata nûnerên Îraqê Vîyan Dexîl  li civata nûnerên Îraqê ragehandinek pareve kirîye û tê de pêdivî dît ku desthilatdarên Sûriyayê, piştî ku Ehmed Şera postê serokatiya wî welatî wergirt, hemî bizavan ji bo rizgarkirina keç û jinên li bin destê çekdarên DAIŞ ê û eşkerekirina çarenivîsa wan, xazima jî ku heta niha hejmareke keç û jinên êzidî li çend deverên Sûriyayê rû bi rûyî çepeltirîn tawanan bûne.

Vîyan Dexîlê tekez jî kir ku ev doz zêdetir nayê gîrokirin, ji bo wê meremê jî daxwazê ji hukumeta Îraqê dikin ku dest bi livînên xwe bike û raste-rast peywendiyê bi serokê Sûriyayê yê nû bike, ji bo bicihanîna pilanên bilez û kiryarkî di derheqa vê pirsê de û xurtkirina peywendî û alîkariyên hewalgirî û vekirina kanala fermî di navbera hukumeta Îraqê, hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Sûriyayê de pêxemetî gehiştina encamê erênî bike.

Berdevka navbirî amaje da rolê hukumeta Herêma Kurdistanê û nivîsîngeha rizgarkirina keç û jinên êzidî, ku hemî bizav pêxemetî azadkirin û rizgarkirina wan kirine, herwesa hukumeta Herêma Kurdistanê  û dezgehên wê yên peywendîdar karên cidî kirine û pêşwaziya rizgarkiriyan kiriye û xazima jî ji bo dubare amadekirina wan ji aliyê derûnî û civakî ve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button