H’emû nûçeSereke
Ji 21 ê sibatêda kompanîya ermepîya avîyasîyon, Armenian Airlines firînên ji Yêrêvanê berbi Dêlîyê destpê dike

Ji 21 ê sibatêda kompanîya ermepîya avîyasîyon, Armenian Airlines firînên ji Yêrêvanê berbi Dêlîyê destpê dike. Komîtêya Ermenîstanêye tûrîzmê elam kirîye, wekî di navbera Ermenîstanê û Hindistanêda eva çûyîn-hatina raste- raste, ya bi hewêye ewline.
Firînên berbi Dêlîyê wê nava hevtêda du cara, rojên sêşemê û înîyê, bi teyarên Airbus 321-200, bêne mîyaserkirinê, bi kîjana 220 rêwî dikarin herin û bên. Wedê firîna Yêrêvan-Dêlî 4 sehet 40 deqeyî dikişîne, lê paşdahatin wê 5 sehet 10 deqeye.







