Li wezîreta Ermenîstanêye karên der pirsên girêdayî qayîlnivîsara derbarê azatkirina vîzayên di navbera Ermenîstnê û Yekîtîya Avropayêda gotûbêj kirine

Li wezîreta Ermenîstanêye karên der hevdîtina xebatê pêk hatîye, beşdarî kîjanê bûne wekîlên beşa wezîretêye konsûlxana û îdara Avropayê,wekîlên beşên Yekîtîya Avropayê û dêlêgasîya ji Yekîtîya Avropayê hatî.Wextê hevdîtinê, pirsên girêdayî qayîlnivîsara derbarê azatkirina vîzayên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda gotûbêj kirine. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
Dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê, dikevine nava kîjanê wekîlên welatên endamên Yekîtîya Avropayê û îdarên avropîye cuda-cuda, nava doranên dîyaloga dora azakirina vîzada wê hetanî 14 ê sibatê li Ermenîstanêbe.Armanca seredanê qîmetkirina ewlehîya dokûmênta, sînora, serkarîkirina mîgrasîyon û pirsên mayîne girêdayî vê govekêraye, ya ku wê alî amadekirina bernama dîyaloga dora azakirina vîzada bike.







