H’emû nûçeSereke

Gêvorg  Papoyan û Krîstîna Kwînê pêrspêktîvên hevkarîya di navbera  Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gêvorg Papoyan bayloza Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Krîstîna Kwîn qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê usa jî cîgtirê wezîr Narêk Hovakîmyan amade bûye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstnêye êkonomîkayê elamî News. am ê kirine.

Destpêka hevdîtinêda, wezîr bi kurtayî derheqa progiramên hukumatêye nava goveka êkonomîkayêda raber kirîye.

“Niha em gava divêjin, bona ku deranîna eşîyayên me li gorî normên navneteweyî û usa jî dîvêrsîfîkvasîyayê bêne mîyaserkirinê û nava vê hemtêkstêda em rola hevkarên mînanî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya bona gihîştina armanca xwe bilind dikin”,- Papoyan gotîye.

Piştî wê yekê, pêrspêktîvên hevkarîya êkonomîkî hatine gotûbêjkirinê.

Bi dîyarkirina hewaskarîya alîyê ermenî, ya hindava sûka amêrîkî,Gêvorg Papoyan pêşnîyar kirîye ku rojnamevanên amêrîkî û merivên mayîne anegor, seredana li Ermenîstanê teşkîlkin

Cuda derheqa atmosifêra bîznêsêye li Ermenîstanê xeberdan çûye.

Fikir dora bernamên tevayî hatine pevguhartinê û mecalên berfirehkirina hevkarîyê hatine dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button