H’emû nûçeSereke

Gelo biryara destpêkirina pêvajoya endamtîya Yekîtîya Avropayê li dijî Rûsyayê ye? :pirs ji cîgirê wezîrê  karên der

Gavên Ermenîstanê li dijî tu hevkarekî nînin, cîgirê wezîrê Ermenîstarnêyî karên Vahan Kostanyan  13 ê sibatê di axaftina xwe ya li gel rojnamevan li ser pirsa gelo yasaya destpêkirina proseya endamtîya Yekîtîya Avropayê gaveke li dijî Rûsyayê ye?

“Em bi hemû hevkaran re, di nav wan de Rûsyayê, dîyaloga me heye û berdewam dikin. Bê guman, hûn dizanin ku berî çend hevtyan, wezîrê  karên der bi serdana kar li Moskvayê bû mêvan  û li wir bi wezîrê  Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy  Lavrov re gotûbêjên pir avaker  kirin”.

Li ser pirsa gelo Nîkol Paşînyan plan dike ku di demek nêzîk de serdana Rûsyayê bike yan na, cîgirê wezîrê karên der wiha gotîye: “Heger serdanên bi vî rengî bên plankirin, hilbet wê hevkarên hukumetê di dema guncav de derbarê vê yekê de agahdar bikin. Niha tiştekî wiha di rojevê de tune”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button