Lêçûnên leşkerî yên Rûsyayê ji byûcêya berevanîyê ya hemû welatên Avropayê bi hev re derbaz dike

Tevahîya lêçûnên berevanîyê yên Rûsîyayê sala 2024 a de bi 42 selefî zêde bû û bû 13,1 trîlyon rûbl, ku bi qasî 462 mîlyard dolar wekhevîya hêza kirînê ye, Financial Times ê ragîhand, li gorî daneyên înstîtûta lêkolînên stratêjîk ya navneteweyî ya brîtanî.
Wek ku belavok destnîşan dike, lêçûnên leşkerî yên Rûsyayê ji byûcêya berevanîyê ya hemî welatên Yekîtîya Avropayê û Brîtanyayê bi hev re derbaz bûye.Tevahîya lêçûnên wan yên berevanîyê sala 2024 a de bi 12 selefî zêde bû û gihîşt 457 mîlyard dolarî.
Lêçûnên leşkerî yên Rûsyayê wê sala 2025 an da bi 13,7 selefî zêde bibe û bibe 15,6 trîlyon rûbl.
Di warê mûtlaq de, Almanya (86 mîlyard dolar), Brîtanya (81 mîlyard dolar) û Fransîya (64 mîlyard dolar) herî zêde ji bo parastinê li Avropayê xerc kirin. Bi rêjeya s selef, Êstonya ( 4 selef ji berhema navxweyî ) û Polonya (3,25 selef ji berhema kavxweyî ) herî zêde dan, lê lêçûnên wan yên mutleq ji yên sê aborîyên herî mezin yên avropî kêmtir bû, bi rêzdarî 1,7 mîlyard dolar.







