Ermenistan wê îdîayên bêbingeh yên Adirbêcanê yên di doza hakemê de li gor peymana Bêrnê red bike: Yêgîşê Kîrakosyan

Ermenîstan wê îdiayên bêbingeh yên Adirbêcanê yên di doza hakemê de li gor peymana Bêrnê red bike. Li gor nûçeya “Armenpress”ê, nûnerê Komara Ermenîstanê ji bo kar û barên hiqûqî yên navneteweyî, Yêgîşe Kîrakosyan di mîkrobloga xwe ya X ê de li ser vê yekê nivîsiye.
Kîrakosyan nivîsîye: “Ermenîstan wê îdiayên bêbingeh yên Adirbêcanê, di nav de daxwaza bêwate ya tezmînatê, di dozên hakemê de li gorî peymana Bêrnê ya 1979 a red bike”,-Kîrakosyan nivîsîye.
Komara Ermenistanê sala 2025 a 12 ê sibatê de, dadgehê îdiaya ku ji hêla Komara Adirbêcanê ve di dozeke hakemê de ku di çarçova peymana Bêrnê ya sala 1979 a de li ser parastina jîyana xwezayî û jîngehên xwezayî yên avropî hatî destpêkirin, wergirt.
Ofîsa nûnertiya ji bo kar û barên hiqûqî yên navneteweyî diyar kir ku ev yek ji salnameya prosêdurê ya ku ji hêla dadgeha hakemê ve hatîye pejirandin, piştî rûniştina yekem ya prosêdurê ya di 12 ê nîsana sala 2024 a de hatîye destnîşan kirin, ku tê de çend biryarên ku ji bo Komara Ermenîstanê guncan in hatine girtin, derdikeve.
Ermenistan wê di vê pêvajoyê de bi biryarî parastina helwesta xwe bidomîne. Helwesta qanûnî ya ku ji hêla Adirbêcanê ve hatîye pêşkêş kirin li ser şirove û sepandina peymana Bêrnê ye ku bi armanc û mebesta wê re ne li hev e, ku ew e ku hevkariya di navbera dewletan de ji bo parastina flora û faunaya çolê û jîngehên wan yên xwezayî pêşve bibe.
Berevajî îdiayên Adirbêcanê, raporên bernameya jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî û saziyên din yên serbixwe bi rastî îsbat dikin ku Adirbêcan ji zirarên ku di van salên dawî de gihandiye jîngehê berpirsiyar e. Ermenîstan wê îddîayên bêbingeh yên Adirbêcanê, di nav de daxwaza tazmînatê red bike.
Ermenîstan ji dema ku bûye endameke peymana Bêrnê, bi berdewamî pabendî sozdariya xwe ya ji bo parastina jîngeha çolê û jîngeha herêmê ye. Ev yek hem di siyaseta hawirdorê ya Ermenîstanê de hem jî bi tevlêbûna wê ya aktîv di xebatên komîteya daîmî ya peymana Bêrnê de xuya dike.







