H’emû nûçeSereke

Tifaqa bi navê “ Ermenîstan” wê bi giranî beşdarî hilbijartinên ji sirêder, yan jî bi sirê bibe: Robêrt Koçaryan

Tifaqa bi navê “ Ermenîstan” wê bi aktîvî beşdarî pêvajoyên sîyasî, nava wanda usa jî hilbijartinên ji sirê der, yan jî bi sirê bibe.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokkomarê Ermenîstanêyî duem, rêberê tifaqa bi navê “Ermenîstan”, Robêrt Koçaryan gotîye.

Bi axaftina derheqa beşdarbûna xweda, Koçaryan gotîye wekî ew pirs hê nava tifaqêda nehatîye gotûbêjkirinê û ew niha fikira xweye şexsî dîyar dike. “Tifaqa bi navê “Ermenîstan” wê bi giranî beşdarî hemû pêvajoya bibe, dixwezî ew şerkarîya bi înîsîyatîva li soqaqa, yan jî hilbijartinên ji sirêder, yan jî bi sirê bibin.Derbarê formatêda ez nikarim tu tiştî bidime zelalkirinê, lê nêzîkbûna min eve: bi cûrê pragmatîk ew gerekê beşdarbe û bighîje açixîyê”,- Koçaryan gotîye. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button