H’emû nûçeSereke

Li pêşengeha Kolîzêyê pirsgirêka xerîtêva girêdayî hatîye helkirinê: niha Ermenîstan li ser xerîtê dîyare

Nava malperên sosyalîda melûmetî belav bibûn, wekî li Kolîzêya Romayê, li pêşengehê xerîte heye, kîjanêda nava cêrga welatên herêmêda Ermenîstan nehatîye dîyarkirinê.

Malpera parka Kolîzêyê, ya arxêolocî, hatîye dîyarkirinê wekî pêşengeh bi hevkarîya parka arxêolocî û wezîreta Tirkîyayêye çandê û tûrîzmê, usa jî baylozxana Tirkîyayêye li Romayê, hatîye teşkîlkirinê.

Girêdayî wê yekêva  “Armenpress” berbirî berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê bûye, ya ku daye zelalkirinê, wekî li Romayê, bi destî baylozxana Ermenîstanê ew pirsgirêk raberî guhdarîya organên anegor kirine û pirs hatîye helkirinê.

“Niha Ermenîstan xerîtêda dîyare”,- Badalyanê gotîye. Pêşengehê hetanî 2 ê adarê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button