Li ser hidûd herdu alî jî tabîyên xwe qewîn dikin: serokê mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê

Serokê mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê daye dîyarkirinê, wekî ji 23 ê sibata sala 2023 a da, dema ku mîsîya avropî li ser sînorê ermenîya-azêrîya hatîye cîhwarkirinê û kontrolkirin destpê bûye, bûyarên li ser sînor kêm bûne.
Wextê hevpeyvîna tevî “Armenpress” ê, Markûs Rîtêr usa jî daye dîyarkirinê,wekî mîsîya Yekîtîya Avropayê çawa mecala qewînbûna li Kafkasîya Başûr tê dîtinê.
“Em kontrolê li ser sînor mîyaser dikin û dema ku em dighîjine cîhekî li ser sînor, em cîhekî usa disekinin ku herdu alî jî me bibînin.Ew yek dide kifşê,wekî em tenê dîna xwe nadinê ku alîyê azêrîya çi dikin, em usa jî dîna xwe didinê, ku alîyê ermenî çi dike, çimkî Bryûsêl dixweze ji me pê bihese ku halê li ser sînor çiîye”,- ewî gotîye.
Markûs Rîtêr usa jî daye dîyarkirinê,wekî raste hal edile, lê Ermenîstan û Adirbêcan tabîyên xwe didine qewînkirinê. “Bi vî cûreyî herdu alî jî bona halê xirab xwe amade dikin”, ew yek li ber çevaye.Feqet em niha halê sert nabînin û ji mehekê zêdetire ku ev hal wî cûreyîye, lê em gumanin wekî herêm li ser rîya başe”,-ewî gotîye.







