H’emû nûçeSereke

Parlamêntara Ermenîstanê di axaftina xwe ya li parlamêntoya  Organîzeya Hevkarî û  Ewlehîya Avropayê  de bal kişand ser dilsozîya Ermenîstanê ya ji bo aşîtîyê

Çareserkirina sînorên girtî û sazkirina aşîtîyê bi Adirbêcanê re stûnên sereke yên hewilên Ermenîstanê ne ji bo avakirina herêmeke ewletir û bi hev ve girêdayîye.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, Lîlît Mînasyana endama heyeta meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê, di axaftina xwe ya li civîna komîtêya kar û barên sîyasî û ewlekarîyê ya civîna zivistanê ya Organîzeya Hevkarî û  Ewlehîya Avropayê ku li Vîyênayê tê lidarxistin  bal kişand ser vê yekê.

 “Ermenîstan bi polîtîkaya der ya ku pêşî li aşîtî, hevkarî û xurtkirina serwêrî û dêmokrasîya me digire, ye.

Mînasyanê destnîşan kirîye ku di vê çarçoveyê de çareserkirina sînorên girtî û pêkanîna aşîtîya bi Adirbêcanê re stûnên sereke yên xebatên me ne ji bo avakirina herêmeke ewletir û bi hev ve girêdayîye”.

Ewî bi bîr xist ku sala borî Ermenîstanê û Adirbêcanê li ser bingeha danezana Alma Atayê rêziknameyek li ser xebatên hevpar yên komîsîyonên xêzkirina sînorên dewletê yên her du welatan li ser pêvajoya xêzkirinê îmze kirin.

“Dadgeha destûra bingehîn ya Ermenîstanê destnîşan kir ku ev biryar bi tevahî li gorî destûra bingehîn ya me ye. Rêzikname ji alîyê parlamêntoya Ermenîstanê û serokkomarê Adirbêcanê ve hatîye erêkirin. Ev belgeya yekemîn ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de ye”.

Peymana dawî ya ji bo normalkirina têkilîyên bi Adirbêcanê re wê bibe destkeftîyeke dîrokî.

Mînasyanê wiha gotîye: “Me li ser 15 xalên pêşnûmeya peymana aşîtîyê ji 17 xalan bi temamî li hev kir. Li ser 2 xalên mayî jî me pêşnîyarên çêker  raber kirin û li benda bersiveke erênî ji alîyê Adirbêcanê ne”.

Parlamêntar anî ziman ku ev yek ne tenê wê têkilîyên her du welatan biguherîne, di heman demê de wê derfetên nû ji bo hevkarîyên herêmî di warên bazirganî, veguhestin û ênêrjîyê de bike.

“Lê belê, dema ku em di danûstandinên aşîtîyê de pêşve diçin, em bawer dikin ku vekirina sînoran wê bibe garantîya xwezayî ya aşîtîya domdar”,- ewê destnîşan kirîye.

Mînasyanê her wiha da zanîn ku Komara Ermenîstanê ji bo derbazkirina rêyên hesinî bi rêya axa Ermenîstanê, ji Adirbêcanê ber bi Adirbêcanê û li qada navneteweyî û ji Ermenîstanê ber bi Ermenîstanê û li qada navneteweyî jî bi rêya axa Adirbêcanê re, pêşnîyareke nivîskî raberî Adirbêcanê kirîye û li benda bersiveke erênî ya Adirbêcanê ye.

Mînasyanê di dawîya axaftina xwe de wiha gotîye: “Û di dawîyê de ez pabendbûna Ermenîstanê ya ji bo aşîtî, aramî û hevkarîya herêmî dubare bikim. Em bi hev re dikarin pêşerojeke wisa ava bikin ku tê de sînor rêyên xaçerê bin, nakokî bi dîyalogê bên çareserkirin û gelên herêma me di nav aramî û ewlehîyê de pêşde biçin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button