Fransîyayê sala 2025 a bi têknîka parastinê, bi amadekirina leşkera û şêwirdarîya piştgirîyê bide Ermenîstanê: bayloz

Hevkarîya parastinêye di navbera Ermenîstanê û Fransîyayêda bi rastî hê nûye, lê ew lez pêşda diçe.Sala 2025 a da sê alîyên wêye hîmlî wê hebin.Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî radyoya Ermenîstanêye civakî, baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîê Dikotînî gotîye.
“Ya ewlin ewe, wekî têknîka parastinê wê bidine Ermenîstanê.Fransîya welatê Rojavayêyî tek-tenêye,wekî bi fermî têknîka parastinê dide Ermenîstanê.Em hêvîdarin,wekî welatên mayîn jî wê dîna xwe bidine mesela me.Ya duem ewe, wekî leşkerê bêne amadekirinê, him li Ermenîstanê û him jî li Fransîyayê.Ya sêem jî qulixdarîyên şêwirdarîyêne, kîjan bona wezîreta Ermenîstanêye parastinê tên dayînê û bi saya wan mecalê hebe artêşê bidine werguhastinê û qewatkirtinê”,- bayloz gotîye.
Bi axaftina derheqa elametîya serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêvda, ya derbarê wê yekêda, wekî Fransîya û welatên mayîn gerekê peymanên dayîna sîlihaye bona Ermenîstanê bidine betalkirinê û usa jî ji Ermenîstanê paşda vegerînin, bayloz gotîye:
“Tabîya Parîzêye fermî ewe, wekî hevkarîya tevî Ermenîstanê berdewame û ew bi wî meremî tê kirinê ku Ermenîstan bikaribe binelîyên xwe û serbixwetîya xwe biparêze”.







