H’emû nûçeSereke

Konseya Avropayê “qedexekirina bi neheqî” mal û milkên patryarxaneya Ermenîyan ya li Orşelîmê şermezar dike

Civata dêran ya cîhanê, ji ber desteserkirina bi neheqî ya li ser milkên wê ji alîyê şaredariya Oşelîmê ve, piştgirî da patrîyarxaneya Ermenîyan ya Orşelîmê, sekrêtarê giştî yê civata dêran ya cîhanê professor Cêrî Pîlêy elam kirîye.

«Em vê kiryarê wek êrîşeke eşkere li ser azadiya olî û binpêkirineke tirsnak ya statutoya dîrokî li cihên pîroz yên Oşelîmê şermezar dikin”,- ewî gotîye.

“Bi sedsalan, patryarxaneya Ermeniyan, li gel saziyên din yên Xirîstîyan, mîrasa pîroz ya axa pîroz parastiye, wekî ronahiya bawerî, xizmeta civakê û edaletê ye”,-konsêya Aropayê  piştrast dike.

Li gorî sêkrêtarê giştî yê konsêya Avropayê, tedbîrên tundiyê yên ku li dijî patryarxaneyan hatine girtin, ne tenê tinaziyeke qanûnî û exlaqî ye, di heman demê de mînakek xeternak e ku hemî saziyên xirîstîyan yên li Orşelîmê tehdîd dike.

Pîlay daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku di nav de serkirdeyên olî û siyasî jî hene, ji bo parastina mafên bingehîn yên civakên xirîstiyan û ewlehiya axa pîroz wek cihê îbadetê, aşitî û jiyana hevbeş ji bo hemûyan, tedbîrên bibiryar bigirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button