H’emû nûçeSereke

Bîyanîyên li Ermenîstanê wê karibin nasnameya Mobile bistînin û kar û barên hukumetê yên serhêl bi kar bînin

Hukumeta Ermenîstanê plan dike ku rê bide hemwelatîyên bîyanî û kesên xwedî statûya niştecîbûnê ku nasnameya Mobîl bistînin û kar û barên êlêktronîkî yên hukumetê bikar bînin.

Li gorî “Armenpress”ê, li gor rêziknameyên heyî, tenê hemwelatîyên Komara Ermenîstanê mafê wergirtina nasnameya Mobîl heye, lê li hember berfirehbûna xizmetgûzarîyên êlêktronîkî yên dewletê, pêwîstî bi peydakirina vê derfetê ji bo bîyanîyên ku bi qanûnî li Ermenîstanê dimînin jî çêbûye.

Van guhertinan destnîşan dikin ku bîyaniyên bi statûya rûniştinê (karta rûniştinê ya demkî yan daîmî, pasaporta taybetî) yan sêrtîfîkayek ku qanûnîbûna rûniştinê piştrast dike wê karibin nasnameyeke Mobîl bistînin, heger ew bi xwe li sêrvîsa koç û hemwelatîbûnê ya wezîreta karên hundir ya Komara Ermenîstanê bên dîtin, li wir wê pêvajoyeke nasnameyê derbaz bikin.

Pergal wê li gorî rêgezên jêrîn bixebite. Kesek bîyanî ji bo ku di pergala nasnameyê de tomar bike divê bi kesane serî li daîreya koç û hemwelatîbûnê ya wezîreta karên hundir bide.

Piştî qeydkirinê, ew dikare bi opêratorên mobîl re têkilî daynin da ku kartek SIM yan USIM-a nifşek nû bistînin yan biguhezînin opêratorên mobîl ku bi opêratorê îmzeya dîjîtal ya êlêktronîkî re hevkarîyê dikin wê kar û barên ID ya Mobîl bidin nasîn.

Di encama guhertinan de tê çaverêkirin ku kesên bîyanî karibin xizmetên serhêl yên dewletê bikar bînin, mêxanîzmayeke yekgirtî ji bo mîsogerkirina nasname û îmzeya êlêktronîkî wê bê çêkirin û gihîştina pergala hukumeta Ermenîstanê ji bo civaka navneteweyî wê baştir bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button