SerekeSîyasî

Îraq: em bo hinardekirina pêtrola Kurdistanê li benda bersiva Tirkiyayê ne

Wezîrê pêtrolê yê Îraqê radigihîne:“Boriyên pêtrolê yên benderê Ceyhanê amade ne, û em hêvî dikin heta du rojên din dest bi hinardekirina pêtrola Herêma Kurdistanê bikin”.

Wezîrê pêtrolê yê Îraqê Heyan Ebdilxenî ragîhandîye: “Peywendiyên me bi aliyê Tirkiyayê re berdewam in, ji bo ku em di dema du rojên bê de dest bi hinardekirina pêtrola Herêma Kurdistanê bikin”.

Wezîrê pêtrolê yê Îraqê herwesa gotîye: “Em li benda aliyê Tirkîyayê ne, ji bo ku em dest bi hinardekieina pêtrola Herêma Kurdistanê bikin. Ji aliyê me ve hemî amadekarî hatine temamkirin”.

Heyan Ebdilxenî amaje jî daye: “Di dema du rojên bê, dest bi hinardekirina pêtrola Herêma Kurdistanê tê kirin û borî hatine amadekirin ku ji bo benderê Ceyhanê yê Tirkîyayê bê gîhandin”.

Navbirî ron jî kirîye: “Ew hejmara ku me bi hukumeta Herêma Kurdistanê re li ser li hev kiriye, li dû qanûna byûcêyê, her rojê 300 heta 325 hezar bermîlên pêtrolê ne ji bo ku em bi rêya benderê Ceyhanê hinarde bikin. Para din jî ji bo pirkirina pêdivîtiyên navxweyî tê dabînkirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button