
Di rêsêpsîyona ku bi boneya duyemîn salvegera mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê hat lidarxistin, serokê mîsyonê Markûs Rîtêr bersiva pirsên rojnamevanan daye:
Birêz Rîttêr, gelo îhtîmala berfirehkirina mîsyona çavdêrîya Yekîtîya Avropayêyê heye? Em dizanin ku zêdetirî 200 endamên we hene, lê wê di pêşerojê de bi mîsyona we re çi bibe?
Bi peywira me ya niha, cîhê me ji bo 225 karmendan heye. Ev hem ji bo karmendên neteweyî û hem jî yên navneteweyî derbas dibe.Niha em 179 kes in, û di mehên pêş de em dixwazin hewil bidin ku cihên mayî tijî bikin da ku em karibin normal bixebitin.
Û hûn çavdêriya beşa ji xwe veqetandî ya li Kîransê dikin?
Belê, em dikin. Ji destpêka wezîfeyê ve em vî karî dikin, di gulana sala borî de dema ku nîqaş dihatin kirin, em ji wê beşê dûr man. Me bi hukumetê re li hev kir ku heta dîyar bibe wê encam çi be emê xwe dûr bixin, lê niha her tişt organîze ye û em li wir dewrîyeyê dikin.
Hûn rewşa wê herêmê çawa dinirxînin?
Ji bo me, ew niha xetek eşkere ye. Leşker vekişîyaye, û niha ji alîyê nobedarên sînor yên her du alîyan ve tê parastin. Ji ber vê yekê, li gorî me, ew sênaryoyek pir aram û aştîyane ye, ji ber vê yekê ji bo me pêşveçûyîneke baş e ku em dibînin.
Çi li ser sînorên mayî yên ku hûn çavdêrîyê dikin. Ma çavdêrîyên xemgîn hene?
Herêmên mayî hîn jî xeteke rû bi rûbûna leşkerî ye, ku piranîya deveran li deverên dûr in. Em dibînin ku sînorkirin û sînordarkirin niha berdewam nabin, niha tenê ew tişt e ku di gulana sala borî de li ser hatibû lihevkirin, lema em li benda geşepêdana bûyeran in. Baş e li bakûrê Ermenîstanê jî berdewam bike, ev jî me kêfxweş dike.
Heftêya borî we anî ziman ku ji her du alîyan jî amadekarî tên kirin.Alî amadekarîya çi dikin?
Ez nizanim ew çi plan dikin. Em dibînin ku her du alî jî çeperên xwe xurt dikin. Ji ber vê yekê, pirsa armancan divê ji hêzên çekdar yên Ermenîstanê û Adirbêcanê re bêne kirin.
Yek ji xalên danûstandinên li gel alîyê Adirbêcanê ew e ku dibe ku şande di demekê de ji beşa sînorkirî ya sînor derkeve. Ev dikare çawa bandorê li mîsyonê bike?
Wek ku hûn dizanin, em du karên dewrîyeyê dikin. Em raste-rast li ser sînor û li wargehên sînorî dewrîyeyê dikin. Em diçin gundan, bi niştecîhan re diaxivin, xebatên me yên di vî warî de dê bidomin, yên mayî girêdayî rayedarên Ermenîstanê ne. Em li ser vexwendina hukumeta Ermenîstanê li vir in, û heger rojekê ji me re bêjin ku îdî li deverek dîyarkirî ne hewceyî me ne, em ê teqez bişopînin, lê heya niha em dewrîyeyê didomînin.
Ji ber ku Adirbêcan li dijî mîsyona Yekîtîya Avropayê ye, gelo bûyerên ku Adirbêcanê, wek mînak, li ser fikarên xwe bi nûnertîya Yekîtîya Avropî li Adirbêcanê re biaxive, hene?
Ez dizanim ku gelek gote-got hene. Ew li Bryûsêlê dizanin ku alîyê Adirbêcanê ne kêfxweş e ku em li vir in, lê ez tenê dikarim tiştên ku em li vir dikin dubare bikim. Em rewşa li ser sînor dişopînin, em sîxurîyê li dijî Adirbêcanê nakin. Em zirarê nadin kesî. Em pir vekirî tevdigerin. Dema em diçin ser sînor em her tim bi awayekî berçav tevdigerin. Her kes dikare bibîne ku em li wir in. Em li xalên çavdêrîyê yên ku ji her du alîyan ve têne xuyang kirin di nav wesayîtên xwe yên bi logoyên zelal yên Yekîtîya Avropî de radiwestin, û temaşe dikin ka her du alî çi dikin. Em wêneyan dikişînin û di raporên ku ji Bryûsêlê re hatine şandin de cîh digirin. Piranîya çavdêrên şandeyê polîs in. Perwerdeya wan ya leşkerî jî nîne. Tiştê ku em dikin ev e û em plan dikin ku niha di çarçoveya erka xwe ya nû de berdewam bikin.







