
Wekîlê mafên mêriv, yê Organîzeya Netewên Yekbûyî, Wolkêr Tyûrk wextê civîna şêwira mafên mêriv,derheqa dîlên ermenîye li Adirbêcanê xeberdaye û bang kirîye ku wana aza berdin.
“Ez bi guhdarî dîna xwe didime danûstandinên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û ez hêvîdarim,wekî ewê bighîjine rastîyê û pêvajoya lihevhatinê”,-Tyûrk gotîye.
Ewî usa jî daye dîyarkirinê, ku ew amadene piştgirîyê bidine alîya.
“Ew merivên ku li Adirbêcanê hatine girtinê, nava wanda ermenîyên êtnîk, gerekê lez bêne azaberdanê, gerekê qedirê mafê mehkema bi heqî bê girtinê”,-Wolkêr Tyûrk gotîye.







